Ji Civîna Stockholmê re!
Komisyona Civîna Stockholmê, bi nameyekê endamên Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) jî dawetî civîna Stockholmê kirine; em ji bo nameya we, sipasiyên xwe pêþkêþ dikin.Di destpêkê de hêjayî gotinê ye ku divê em bêjin endamên me azad in û bi xwe biryara xwe didin ka ew ê beþdarî civînê bibin yan na.Lê dîtina me di derbarê vê civînê de weha ye: Hevalên hêja; Qasî ku, em ji biryarên we fêm dikin, hûn dixwazin gav bi gav ber bi
avayiyeke siyasî ve biçin.Pêþniyara we ya program, armanc û struktûra ku hûn pêþkêþ dikin vî
tiþtî nîþan dide. Di vi warî Na, heke mebesta we avakirina platformeke siyasî be û di çerçeweya Kurdistana bakur de be, di vî warî de jî gav hatine avêtin. PADEK û heft hêzên Kurdistana bakur bi hevre bi navê "Platforma Hêzên Netewî yên Kurdistana Bakur" platformeke ava kirine. Wek partî armanca me ew e ku, ev platform hîn xurttir û bi hêztir bibe. Loma jî em hewil didin ku ev hêzên ku endamê vê platformê ne, vê platformê li her welatên Ewrûpayê bikin platformêke weha ku her welatperwerêkî kurd bikaribe tê de cîh bigre. Yanî em ne amadane ku li derveyî vê platformê, platformekê nuh ya din ava bikin. Na, ger mebesta we avakirina dezgehên demokratîk be, li gorî bîr û baweriya me, li derveyî welêt curbecur dezgeh û avayiyên kurdan hatine avakirin û kar û xebata xwe, li gorî hêza xwe jî dimeþînin. Em jî bawer dikin ku ev dezgeh ne gelekî bi hêz in û muhtacê alîkarî û mil dayinê ne. Wek nimune, komeleyên Kurdan yên ku endamên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ne, ne gellekî bi hêz û aktîf in. Federasyon her çiqas karekî baþ dike jî, potansîyela Kurdan li Swêdê nikare himbêz bike. Ji bo wê jî divê ev dezgeh bên xurtkirin û yên ku baweriya wan bi karê demokratîk heye divê beriya her tiþtî mil bidin van karan. Di warê civîna we de bi kurtayî dîtinên me ev in. Em di karûbarê we de
serfirazî dixwazin û
silavên xwe pêþkêþî we dikin. |