|
Di 31ê Adara 2000î de li Almanyayê li bajarê
Bilefeldê PADEK û Hevbendiya Demokrata Kurd li
Sûriyeyê(ku hemû partiyên Kurdistana
Sûriyeyê pêk tê) Newrozê bi hev re pîroz
kirin. Di þevê de nêzî 3000 kes beþdar
bûn. Em Axaftina li ser navê PADEKê li jêr
çap dikin.
Hevalên hêja;
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê, ji dil
û can, cejna Newrozê pîroz dike û ji we re
serkeftinê dixwaze.
Hevbendiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê û Partiya Azadî
û Demokrasî ya Kurdistanê, bi hevre, pîrozkirina Newroza
sala 2000î, gavekê gellek giring û hêja avêt. Ev
gava "piçûk" dê bibe mînakek heja û bi
qimet, ji bo hemû hêz û dezgehên Kurdistanê.
Dijminê gelê me, bi vê helwesta we, dê carek din bibe
þahîdê yekîtiya neteweya Kurd. Dagirker dê carek
din bi çavên xwe bibînin ku neteweya Kurd,
sînorên ku bê dilê wê hatiye kiflandin, nas nake
û ev sînor nikare yekîtiya neteweya me ji holê rake
û perçe bike.
Lê helbet, her perçeyê welatê me û
tevgerên wî, dê li gor þert û zirûfên
xwe têkoþîna gelê me, bê westan bidomînin.
Ev têkoflîn, dê heta roja serkeftinê bêwestan dom
bike.
Îro ji xeynî neteweya Kurd, tu milet li cîhanê ji
mafê xwe yê neteweyî û demokratîk bê par
nemaye.
Ji bo serkeftina me, yek rê heye; divê em
têkoþîna xwe ya bi heq hîn xurt bikin û
yekîtiya xwe di her warî de pêþve bibin. Tu deq û
dolap divê, me ji vê rastiyê durnexe. Divê tu
carî, em listêkên dijmin ji bîr nekin ku, ew bi
yekîtiya me ne kêfxweþ in. Ew bi qelsbûn û
perçebûna me pir bi kêf xweþ in, ji ber ku di saya
vê perçebûna me de ew, evqas sal in li ser miletê Kurd
hukmê xwe dajon. Loma jî, divê em yekîtiya xwe hîn
xurttir bikin û têkoþîna xwe hîn
pêþdetir bibin.
Bi munasebeta cejna Newrozê, Partiya Azadî û
Demokrasî ya Kurdistanê, we bi dilek germ silav dike, cejna we ya
Newrozê pîroz dike û ji netaweya Kurd re serkeftinê
dixwaze.
31 Adarê 2000î
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya
Kurdistanê
|