Platforma Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
hat damezrandin
Ji bo gelþên xwe yên rêxistinî di zemînekê
hevbeþ de nikaribû çareser bike di Tîrmeha 1998-an de
Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Kurdistanê (PYSK) hatibû
fesihkirin. Hin endamên PYSKê ku piraniya wan ji
tradîsyona YEKBÛNê hatibûn bi hin endamên din re di
25-26-ê Çileya Pêþîn a 1998-an de civînek li dar
xist. Di civînê de pêvajoya damezirandin û
fesihkirina PYSKê bi gelemperî hat nirxandin û li ser
gavên ku divê di pêvajoya pêþerojê de bên avêtin
û vatinî û berpirsiyarên ku divê pêk bên hat
rawestandin.
Beþdarên civînê destnîþan kir ku biryara
fesihkirina PYSKê biryareka ne adetî bû, rêxistin û
partiyên ku di sala 1996-an de yekîtî ava kiribû ji
ber peydanebûna þiyana çareserkirina gelþên
rêxistinî û xetimandinên di vî warî de çêbûn
biryara fesihkirina partiyê dabû.Ji bo wê jî
beþdarên civînê gihaþtin wê baweriyê ku
tradîsyona têkoþîna 30 saliya Kurdistana Bakur divê
di pêvajoya nû de bi partiyeke siyasî bê domandin û
ji bo vê armancê jî biryara damezirandina platformekê
da. Navê platfomê bi Kurdmancî; Platforma Azadî û
Demokrasî ya Kurdistanê, bi Zazakî;Platforma
Azadî û Demokrasî ya Kurdistanî û kurtiya wê
jî PADEK
PADEK, di pêvajoya damezirandina partiyeka siyasî de
li gel bicîhanîna hin vatinî û berpirsiyariyan ji bo
beþdariyeka hîn firehtir rêxistineke ava bibe dê
xebat û çalakiyên xwe bidomîne. Di vê çerçewê de
ev biryar hatin wergirtin:
Têkilî dê hin endamên PYSKê re bê danîn ku ji
derveyî platforma me platformeke damezirandiye û di
rojeva wan de yekîtiya siyasî heye. Em ê bi vê
platformê re danûstendina deynin ku bê gelo di
pêvajoya pêþerojê de em dikarin bi hev re çi bikin?
• Em ê bi þaxsiyetên ji tradîsyona ku em
miratxurên wê ne tên û ji ber sebebên cûda
veqetyanin lê hîn jî ezim û daxwaza xebatê dikin re
danûstendinan deynin û di partiyeka siyasî de bi hev
re karkirin jî tê de em ê bi hev dû re munaqeþe
bikin ku di vê qonaxê de em dikarin bi hev re çi
bikin?
• Ger banga PSKê ya di warî yekîtiya siyasî de
ku ji PYSKê re hatibû kirin, hîn di rojevê de be, em
ê xwe yek ji wan muhatabên vê nameyê bibînin û
bersiva vê bangê bidin û di demeke misaît de dest bi
danûstendina bikin.
Platforma Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Komîteya Birêvebir