Programa
Partiya Azadî û Demokrasî
ya Kurdistan
ê

Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) partiyeke çep û sosyalîst e ku berjewendiyên çîn û qorên berfireh yên kedkar diparêze, ji bo daxwaziyên rojane û guherandinên siyasî yên bingehîn, rizgariya neteweyî û civakî, azadî û demokrasiyê tekoþîn dide.

PADEK, ji bo çareserkirina mafê çarenivîsa neteweyê Kurd teko?în dide. Gava ev rewþ û merc bêne cih, PADEK ji bo ku gelê Kurd bi azadî ji xwe re serxwebûn, konfederesyon, federesyon yan jî awayekî din hilbijêre, pêkanîna referendûmê erka xwe ya sereke û bingehîn dibîne. Di þertên weha de partiya me dê bibe parêzgerê komareke demokratîk a serbixwe, lê ne ji ber ku li dijî awayên çareseriyê yên din e, ji ber ku ev awayê çareseriyê yê herî dadimend û payîdar e

PADEK, azadiya xwebirêkxistinê, belavkirina dîtinên xwe û jiyaneke aþtî û kamîranî ji bo her kesî armanca sereke ya siyaseta xwe dibîne.

PADEK, di çareserkirina gelþên navbera hêzên neteweyî de bi riya hevdîtin û lihevhatinê re ye û li dijî wî þerê ku di navbera wan de derdikeve, ye.

PADEK, bi pêwîstiya avakirina yekîtiyên demokratîk ku hêzên welatperwer yên ku di tekoþîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de cih girtibin hemî be?dar bibin, bawer e û ji bo vê yekê çi wezîfeya ku bê ser, dê bîne cih.

PADEK, ji bo ku bigihîje armancên xwe yên dûr û nêzîk, li gor pêwîstiya dem û pêvajoyê bikaranîna awa û alavên teko?înê yên siyasî yê cuda rewa dibîne

PADEK, bi xwe jî di nav de ji bo partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku mecbûrî xebata îllegal bûne bikaribin eþkere bixebitin, tekoþîn dide.

PADEK, yekîtî û hevkariya hêzên demokratîk yên Kurdistanê û Turkiyeyê diparêze û pi?tgiriya tekoþîna ku li dijî dagîrkariya navneteweyî ya nûjen, emperyalîzmê, erdberfirekirinê, êrîþdariyê, xwebiçekkirinê, fa?îstiyê, nîjadperestiyê û pa?verûyîtiyê tê kirin, dike û bi hêzên mafên jinan, yên dormedarparêz, sosyalîst, ?ore?ger, demokrat, pê?verû û mirovhiz re di hevkarî û yekbendiyê de ye.

PADEK, tekoşîna xwe ya siyasî û ramanî ku niha ji bo sosyalîzmê dide, pi?tî avakirina Kurdistana serbixwe û demokratîk jî dê di warê aboriya civakî, siyasî, ramanî û çandî de bidomîne. Partiya me digel sudwergirtina ji tecrûbeyên sosyalîzmê yên teorîk û pratîk di wê raman û baweriyê de ye ku dê sosyalîzmeke li gor þert û mercên civaka xwe bi rê û awayên demokratîk û bi be?darî û xebata hevbe? a her Kurdistaniyê ku bi keda xwe xwe xwedî dike, pêk bîne.

PADEK, li berxwedan û serîhildanên rûmetbilind yên ku di pêvajoya dîroka Kurdistanê de çêbûne, xwedî derdikeve û berdewamiya wan e. Partiya me bi piranî ji bingehê Partiya Yekbûyî ya Gelê Kurdistanê (YEKBÛN) tê. Ew serê pêþî - piþtî ji hev belavbûna Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Kurdistanê (PYSK) ku ji aliyê pênc rêxistinan ve di 1996-an de hatibû damezrandin, lê ji ber neçareserkirina gelþên navxwe xasima yên rêxistinî, di dawiya 1998-an de hatibû feliþandin - bi navê Platforma Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) hatibû avakirin. Di komcivîna xwe ya giþtî ya beþa diduyan a sala 1999-an de biryara partîbûyinê da. Partî wekî Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK), hat binavkirin. Ew partiyeke nû ye ku ji tecrûbe û serkomiyên tevgera neteweyî ya demokratîk û sosyalîst ya Kurdistanê feyde werdigre

Daxwaziyên rojane yên siyasî

PADEK, digel cahd û xebata xwe ya giþtî ji bo demokartîkkirina Turkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî, ji bo çareserkirina gelþên yekser girêdayî bi Kurd û Kurdistanê ve jî tekoþîn dide ku van daxwaziyên rojane yên siyasî yên jêrîn bîne cih:

 – Nasnameya neteweyîtiya Kurdan bê naskirin, mafên azadî û neteweyî yên her gelî bi zagona bingehîn ya sivîl û demokratîk bê ewle kirin û babetên zagonî hemî li gor vê yekê bên amadekirin.

– Astengiyên li dijî radio, TV, çapemenî, perwerde û hînkirina bi zimanê Kurdî bên rakirin.

 – Navên Kurdî yên bajar, gund û mezrayan li wan bên vegerandin û astengiyên zagonî û pratîkî yên ku li dijî danîna navên Kurdî li zarokan hene, bên rakirin.

– Operasyonên leþkerî ku li Kurdistanê tên kirin, pêkanîna înfazên di cih de û ku?tinên qesasnediyar, þewitandin û wêrankirina gund û mezrayan yan jî valakirin û koçbirkirina gundiyan bê rawestandin

– Dezgeh û rêxistinên mîna walîtiya herêmî, arteþa taybetî, tîmên xisûsî, parêzgeriya gundan ku destikên zordarî û sîtemkariyê ne bên rakirin û hêzên Kontirgerîlla jî ji Kurdîstanê bên derxistin û belavkirin.

– Girtiyên siyasî hemî bê ?ert bigihîjin azadiya xwe û astengiyên ku li hember vegerîna kesên ku ji ber sedemên siyasî mecbûrî derketina dervayî welêt bûne, bêne rakirin.

– Ji bo partî û rêxistinên Kurdistanê û Turkiyeyê ku bêgawî xebata îllegal bûne, îmkana xebata e?kere û azad bê dayin. Ji kîjan neteweyî dibe bila bibe ji bo herkesî temamê astengiyên ku li pêþberî mafên rêxistinî bi taybetî jî yê sereke ku damezrandina partiya siyasî bi nasnavê xwe yê neteweyî ye û herweha yên ku li dijî hercûre azadiya rêxistinî û ramanî hene bên rakirin

– Zêdeyî 3000 qesebe, gund, mezra û cih û warên Kurdistanê ku hatine wêrankirin ji aliyê dewletê ve ji nû ve bên avakirin û ew kesên ku mecbûrî koçbiriyê bûne ziyanên wan bên qedarkirin û bi serbestî li welatê xwe bên zivirandin.

– Ji bo vejîn û þênkirina ekonomiya Kurdistanê serkaniyên herêmî li gor kotayeke sererast û bi awayekî rastî bê bikaranîn, herweha di warê pê?veçunê de jî awayekî bi hiþ bê bikaranîn ku xelkê navçeyê jî biki?îne nav wê pêvajoyê.

Guherînên siyasî yên bingehîn

PADEK, ji hêlekê ve ji bo guherîn û daxwaziyên siyasî yên bingehîn ku vê gavê pêwîstî bi pêkanîna wan heye, tekoþîn dide û ji aliyê din ve jî wexta di referendûmê de komara demokratîk a Kurdistanê bête qebûlkirin, ew çi li ser hukum be û çi jî di muxalefetê de bimîne, dê ji bo van guherînên siyasî yên bingehîn yên jêrî tekoþîn bide:

Demokrasî û dezgehbûn

Di komara demokratîk a Kurdistanê de divê ku jihevcihêbûna binyad û prensîpên rêxistinên zagonî, îdarî û dadgehî bi hûrbijêrî bê parastin. Herweha divê ku sazûmaneke pirhêl û demokratîk ya parlemanî ku bingehê wê li ser hevbe?î û çavdêriya yekser ya hemwelatiyan be, li dijî milîtarî û derbekirinê be, devletê raserê xelkê û pîroz nebîne û li ser bingeh û pirensîpê eþkerehiyê be, bê avakirin.

Organa zagonî ya herî bilind parlemento, divê bi riyeke demokratîk û bi beþdarbûna her partî û kesên serbixwe bi awayekî azad, li ser bingehê giþtî û wekhevî, bi dengadeneke nihênî, jimartineke e?kere û hilbijartinike yekcarî, bê sazkirin. Zagoneke bingehîn ya demokratîk bê amadekirin. Meclisên herêmî yên ku bi hilbijartinê bêne amadekirin di warê perwerdekarî, çandî, cansaxî, ewleyî û yên weha de bibin xwediyên selahiyetên berfireh. Serîlêdana li raya gel ji bo gel?ên bingehîn yên ku bi pê?eroja welêt û netewe ve girêdayî ne, jê re bibin pirensîbekî giþtî.

Arteþa Kurdistanê û rêxistina polîsê wê ku selahiyet û erkên wan bi qanûn bên diyarkirin, ava bibin.

Mafên demokratîk û azadiyan

Mafên kesan û azadiyên wan bên ewlekirin. Nîjad, ziman, dîn û mezhebê wan çi dibe bira bibe her hemwelatiyê ku li Kurdistanê bijî divê mafê wî yê azadiya ramanî, gotinî, çapemenî, civînî, xwepênîþandanî û me?an hemî bê amadekirin û parastin. Îmmuniteya li mafê gerê, hevragihanê û mesken bi qanûn bê ewlekirin. Her cûreyên î?kenceyê bên qedexekirin.

Ji her Kurdistanîyî re azadiya olî, bawerî û îbadetê li ser prensîpên serteseriya qanûnê bê ewlekirin û cudahîtiyên navbera dîn û mezheban bên qedexekirin.

Ji her hemwelatiyê Kurdistanê yê 18 salî re bê ku li nasnav, dîn, cinsiyet û dîtinên wî yên siyasî bê nihêrtin, mafê hilbijartin û hilbijariyê bê dayîn.

Mafên aborî û civakî

Serkaniyên maldariyê yên sererdê û binerdê ji bo bi pê?veçûn û refaha gel dê bên xebitandin. Sazûmaneke bacê ya dadimend dê bê bikaranîn. Li dijî parêvekirina hatinê ya nehevdeng dê bê rawestan. Mafê sazkirin û hilbijartina sendîqeyan, yê peymanên gi?tî û yê grevên tevayî û siyasî ji bo temamê karkeran bê dayin; di birêvebirin û çavdêriya cihê kar de karker dê bibin xwediyê gotin û biryarê. Ji bo çêkirina sîgortayeke gi?tî ya cansaxiyê xebat bê kirin. 8 seetiya wextê kar dê bi qanûnê bê ewlekirin û prensipê çi qas kar ewqas destmiz dê bê bi cihanîn.

Malbatên kesên ku di ber teko?îna rizgariya neteweyî de ?ehîd bûne dê ji aliyê dewletê ve bên xwedî kirin û ji gaziyên jikarketî re mea? bê derxistin. Bêkes û muhtacên lênihêrînê, pîr, seqet û sêwî dê bikevin ber garantiya dewletê. Siyaseteke ku pê?ikiyê bide çareserkirina pêwîstiyên gel yên bingehîn yên mîna kar, xwedîbûn avahî, cansaxî û perwerdekariyê, bê ajotin. Bikaranîna madeyên kîmyayî yên ku zerar didin cansaxîyê, di çandinî û hêmanên xwarinê de bên qedexekirin.

Mafên jinan û azadiyên wan

Ji bo pêkanîna wekheviya navbera mêr û jinan ya siyasî, aborî û civakî dê bê xebat kirin û ew dê bi riya qanûnê bê parastin. Li dijî biçûkxistina jinê, zorkirina lê û bikaranîna wê ya cinsî dê teko?în bê dayin. Qelen dê bê rakirin. Cansaxiya dayikan û mafê biryardana jinê li ser bedena xwe dê bi qanûnê bê parastin. Siyaseteke ku guhdana zarokan ji bo kar û xebatên jinê yên civakî û aborî nebe asteng dê bê ajotin.þ

Mafên ciwanan û azadiyên wan

Ji bo gihîþtina ciwanan ya fizîkî û rûhî, birêkxistina wan, çalakiyên wan yên sporê û çareserkirina problemên wan yên perwerdekariyê dê xebat bê kirin; herweha ji bo ku bi çalakî beþdarî xebata siyasî û civakî bibin dê kar bê kirin û tevdîr bên sitandin

Mafên zarokan û azadiyên wan.

Xebitandina zarokên bin 16 salî bê qedexekirin. Berî li zordariya li ser zarokan bê girtin. Peymanên navneteweyî yên mafên zarokan bên bi cihanîn û ji bo parastina wan dezgeh bên sazkirin.

Ziman, perwerdekarî, huner û çand

Îmkan bê dayîn ku hemî zaravayên zimanê fermî yê pêþîn li Kurdistanê, yanî Kurdî bi azadî bi pêþ bikeve. Ew herêma ku kîja zaravayê Kurdî bi piranî lê pê bê xeberdan dê ew yê sereke bê pejirandin û ji wî re îmkanên weþan û perwerdekariyê bên peydakirin.

Çi xebatên þexsî û çi jî yên dezgehî ku ji bo bipêþ xistina ziman, çand, huner, tarîx û edebiyata gelê me ya hevdem û demokratîk çê bibin dê bên destekkirin.

Perwerdekariya bingehîn dê mecbûrî û belaþ be, azadiya unîversîteyan bê garantîkirin û ji bo zêdekirina xwendin û nivîsandinê di civakê de dê xebat bê kirin.

Neteweyî kirin

Çi dezgeh û karsaziyên ku ji dagîrkeran mabin û cihên mîna medrebên zad, binkeyên poste-telgiraf û têlefûnê, xergehên leþkerî û dam û dezgehên wan, riya hesin, kargehên madenê û serkaniyên enerjiyê li gor menfîetê welêt û pêþveçûna aborî ya neteweyî ?irîkatiya navneteweyî jî di nav de - bi hi?mendî bi rêve bibe û di rewþên ku neteweyîkirin pêwîst be wê jî li gor rêz û bendên qanûnên neteweyî û yên navneteweyî pêkbîne.

Avakirin û bi pêþvebirina aboriya neteweyî

Ji bo belavkirina endustriyê ku bingehê ekonomiya neteweyî û pê?veçûnê ye, li her deverên welêt dê bi plan û bernameyeke realîst û li gor taybemendiyên herêman xebat bê kirin. Li her deverî dê awayê pê?veçûneke ku xweragir bingeh bê girtin. Mute?ebbisên piçûk û yên navîn bi deyndariyê, bi malfirotinê, bi cîhazên teknîkê û ti?tên din bên destek kirin.

Ji bo pê?veçûna welêt ger pêwîst be sermiyan û sermiyandarên biyanî dê li gor berjewendiyên herdu aliyan bên peydakirin

Reforma erd û çandiniyê

Erdê ku malê tavayî be, medrebên zad û erdê weqf û xezîneyê, yan dê li gor qanûnê reforma erd û çandiyê ya rastî li gundiyên bêerd û kêmerd bê belavkirin yan jî di bin milkiyeta koperatîvan de dê bê ?ixulandin.

Gundî dê te?wîqî karê koperatîvan bên kirin û li gor mercên ba? deyn, tov, amûretên çandiniyê, gubre, dermanên zîraetê û ti?tên din ji gundiyan re bên peydakirin.

Ji bo bi pê?veçûna çandinî û ter?dêriyeke modern ya teknîkî dê siyaseteke te?wîqkar bê ajotin. Mera dê ji ter?ê gundiyan re bên berdan. Ji bo bikaranîna hatinên ter?dêriyê û bazarkirina wan dê avahiyên bingehîn yên pêwîst bên çêkirin.

Parastina dewlemendiyên dîrokî û xwezayî

Ji bo parastin û nûkirina dewlemendiyên dîrokî û xwezayî dê tevdîrên pêwîst bên girtin û ji bo têgihîþtandina gel ya vê parastinê xebat bê kirin. Dijî qaçaxiya eserên tarîxî û qirêjiya dormedarê ku bûye gelþeke navneteweyî dê teko?în bê dayîn. <

Komên neteweyî

Ji wan komên neteweyî yên mîna Ermenî, Asûrî-Suryanî û Cihûyan ku heya roja îro ji ber zordarî, sîtemkarî û qirkirinan dev ji erdê xwe berdane, yên ku bizivirin ser erdê xwe û herweha komên neteweyî yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb û Turk ku niha li Kurdistanê dijîn dê mafên wan yên neteweyî û demokratîk bi qanûnê bên ewlekirin. Bi vê re cihên ku ew lê piranî bin dê mafê ku bi azadî karibin xwe îdare bikin bê dayîn

Siyaseta derva

Siyaseteke serbixwe ya derve dê bê me?andin. Di siyaseta derve de dê hevkariyeke ku berjewendiyên herdu aliyan tê de weke hev bin û hevalîkarî, pi?tgirî, têkilnebûna hunduruyê hev, desthilatdariya neteweyî, a?tî û dostiyê bingeh bigire, bê ajotin. Bi hêz û tevgerên ku bi prensîpê mafê çarenûsiyê re ne û yên ku azadî, aþtî, demokrasî, mafên jinan û yê dormedarê diparêzin re dê peywendiyên dostanî û pi?tgiriyê bên xurtkirin.

Peywendiyên bi beþên Kurdistanê yên din re

Mafê biryardana neteweyê Kurd li ser pê?eroja xwe bi xwe, di eynî wextê de mafê yekûtiya hemû be?an e ku di bin nîrê dewleteke de bin. Kurdistaneke serbixwe ya yekbûyî, ger ku rew?eke xweser çênebe, bi awayekî berbiçav pi?tî rizgarbûna ji yekê zêde be?ên Kurdistanê dikare bê rojevê. Li gor vê dîtinê partiya me weke heya vêga, ji vir û pê ve jî dê pi?tgiriya teko?îna rizgariya neteweyî ya li be?ên din bike.

Partiya me dê bi rêxistinên nî?tîmanperwer yên perçeyên din re siyaseta pi?tgiriyê ya hevhember û hevkariyê bidomîne û ji bo vê yekê dê bixebite ku li gor her demekê awa, rêçik û navgînên wê peyda bike

Kurdên li Turkiyeyê û li welatên derve

Ji ber encama bikaranîna siyaseta mêtingehî ya bi sedsalan, bi milyonan Kurd li herêmên cuda yên Turkiyeyê bi cih bûne. Ji ber sedemê zulm û zordarî û bi kotekî koçbirkirinê di salên 1980 û 1990 de ev koçbirî li gor van salên din hê bêhtir bûye.

Partiya me, ji bo vegerandina gelê Kurd li Kurdistanê, bi siyaseteke çalak î dûr û dirêj û realîst bawer e. Herweha partiya me ji bo ku Kurdên li Turkiyeyê bigihîjin azadî û mafên xwe yên neteweyî dê li gor normên hiqûqa navneteweyî ku mafên mirovayî yên bingehîn û neteweyî xistine ber ewleyîya xwe, teko?în bide.

Partiya me, nêzî nîv milyon Kurdên ku li ewrûpaya rojava dimînin tê de, Kurdên ku li rojhilata navîn û deverên din yên cîhanê belavbûne û ji bo mafên xwe yên demokratîk û kulturî li wan welatan teko?în didin, destek dike û ji bo vê yekê dê bi?ixule ku erk û berpirsiyariyên xwe bîne cih.

Têkiliyên bi hêzên demokratîk yên Turkîyeyî re

Partiya me di wê bîreweriyê de ye ku teko?îna demokrasiyê li Turkîyeyê û gel?a wê yekser tesîr li ser gelê Kurd û hêzên netweyî yên demokrat jî dike û ji bo biserketina vê teko?înê çi wezîfe û berpirsiyariyên ku têkevin ser milê wê dê bi biryarî bîne cih û li gor vê yekê jî bi hêzên sosyalîst, ?ore?ger, demokrat û hêzên dijraber yên din li Turkiyeyê re ku di gel?a Kurdî de hesas in yekîtî û pi?tgiriyê pêwîst dibîne