Ji bo Kongreya 19mîn ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

 

21-22 Çiriya Pêşîn
Stockohlm-ABF

Hevalên hêja

Sipas ji bo dawetnameya we.

Daxwaza me ew e ku kongreya we ya 19mîn bi serfirazî derbas bibe û ji bo çareserkirina problemên kurdên li Swêdê biryarên qenc werbigre.

 Hevalên giranbuha;

Bêguman struktura avabûna Federasyonê ji bo hemû kurdan nimuneyeke bêhemba ye ku ev 20 sal in ev nimûne li çar parçeyê Kurdistanê û li ciyên ku kurd li dijîn olan daye. Ev bîst sal e Federasyon bi mêjiyê Kurdistanî ji bo kurdên Swêdê û Kurdistanê gelek kar û xebat kiriye û di encama vî karî de Federasyon îro bûye dezgehekê milî ya kurdan ku meriv pê serbilind e.

 Hevalên hêja;

Lê divê meriv êdî li ser kêmasîyên Federasyonê jî vekirî biaxive û kêmasiyên wê di platformên weha de bi eşkere bîne zimên. Wexta meriv li rapora xebatê ya Komîteyên Kar mêzê dike, gelek kar hatine kirin, lê di encama van karan de meriv raporeke berfireh di derheqê karekî konkret de nabîne. Wek nimûne, Konferansa Stockholmê(di destpêka Hezîrana 2000î) ji aliyê Federasyonê ve hat organîzekirin, lê Federasyon bi xwe tu teblixat pêşkêşî konferansê nekir, meriv dikare bi dehan nimûneyên weha ji xebatên organan derxine. Ji aliyên din xebatên Federasyonê tenê bi Stokholmê re mahdûtkirî ye û tenê ji aliyê çend kesên Komîteya Karger ve tê birevebirin.

 Di bingeha pirsa Federasyonê de problema kadiran heye. Êdî wext hatiye û derbas dibe ku divê kadroyên bikêrhatî û pispor ji bo organên Federasyonê  bên hilbijartin. Kurdên Swêdê piranî hev nas dikin û qabiliyet û zaniyariyên hev dizanin. Divê di vî warî de  ew hev qebûl bikin û mefispiçûk bin. Divê însanekî zanibe kapasiteya wî têrê çî dike yan jî nake. Yên ku xwe pêşkêşî organan dikin divê bi vekirî bibêjin; “Ez amede me di vê organê de kar bikim û filan kar ji destê min tê”. Bi van tiştan meriv piçûk nabe, bilekis meriv pê mezin dibe.

 Divê kesên ji bo organan bên hilbijartin him taybemendiyê wan hebin û him jî, jê re pîvan hebin. Divê ew herî hindik him bi niviskî û him jî devkî zimanê xwe û him jî zimanê  swêdî zanibin, civata xwe û civata  Swêdê nas bikin, hinek ji teknika kominikasyonê fehm bikin, kare komleyetî û hazirkirina projeyan zanibin, yanî karê ku kirine ser milên xwe divê vî karî bimeşînin û di karê xwe de fonksiyoner bin. Ne ku bi formalîte bibin berpirsiyarê komiteyên kar. Wek nimûne divê endamekî Komîteya Karger ku swêdiya wî/wê qels be,  divê nebe “berpirsê komîteya têkilî  bi swêdiyan re”, yan jî yekî/a ku bi kurdî nizane divê nebe berpirsiyarê Berbangê, û hwd. Wextê herkes berpirsiyarê karê xwe be, dê kar û barê serokê Federasyonê jî hêsa bibe û dê ew ê nikaribe têdaxulê karê wan bike û bi vî hawî him dê kultura demokrasiyê di navbera organan de pêşbikeve û him jî rekabeta zanyariya kar di nav endaman de zêde bibe.

 Hevalên hêja;

Di destpêka 2001î de, dê Swêd dibe berdevkê Yekîtiya Ewrûpayê û di vê salê de jî di derbarê pêvajoya endambûna Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewrûpayê de hin biryar dê bên wergirtin. Ji bo wê jî, di sala pêşiya me de barê giran dikeve stuyê Federasyonê. Federasyon divê bi proje û planên xwe yên xebatê amadekirineke baş bike û ji vê qeysê siûd werbigre. Di vî warî de em amedene ku piştgiriya we bikin.

Em careke din kongreya we ya 19min silav dikin û di karûbarê de serfirazî dixwazin.

 PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Komîteya Swêdê