|
Ragihandina hêzên sîyasî yên Kurdistan li Almanyayê
Bi pêkve hevkarîya hêzên Kurd, bûye cihe keyfxwesîya hevwelatîyên Kurd û hêvîya wan pir bi hêztir kirîye. Ev kar û xebata hevdengê hêzên Kurd, bûye sedemê ku, li ser kar û xebata hevbes pê girtir bibin, ji ber evê ku xêr û bêra nistimanî têda ye. Hevkarîyê bikin erkekî xwe yê nistimanî, di ser hemû berjewendîyên hizbatîyê da rabigirin. Pistî pîroz kirina cejna Newrozê, me 19 hêzên sîyasî yên Kurd, di civîneke gistî da, biryar da ku, li ser ewê armanca ku pêsda jî me gotî, bi hev ra hevkarî kirin, li ser xêr û berjewendîya gelê Kurd e. Dibe eve jî bê gotin ku, xebat, wê bi rewseke demokratîk, li berçav girtina teybetmendîya her parçeyekî Kurdistanê û bi ruhekî biratî û ji hev tê gîhistin, parastina berjewendîyên dirêjdemîyê Kurdistanê bê kirin û gavan pêsda bavêjin. Bo me hemûyan rohin û asikiraye ku, xebatê hevbesê hêzên Kurdistan, li Almanyayê, ji alîyekêve, li hev nêzîkbûna hêzan, yekitîya gelê me hêztir dike, ruha biratîyê di nava refên gel da berfirehtir dike. Ji alîyekî dinêve jî, rêka pirdengî û pirrengîya sîyasî, bi hevra jîyana çend partîyê diceribîne, ev yêke bo pêserojê dibîte tecrubeyeke binirx. Lema li ser me hemû alîyan lazime, bi berpirsarîyeteke mezin gavan bavêjin, xwe di evê qadê da berpirs bizanin. Hemû hêz û xebata xwe ji bona serkevtina evê armancê bidin. Di vê derê da hewceye evê jî bêjin ku, di xebata van salên bihurîda hemû hêz û partîyên bi hevra kar û xebat kirinî, bi berpirsîyarî û dilsojîyekê berçav, pêwendîyên demokratîkî bi hevra mesîyane. Lema serkevtî bûne, dibe em hemû evê xala hevbesê serkevtî pesvetir bibin. Em ev hêzên sîyasî yên gelê me soz û peyman didin ku, di evî alîyêve erkê
nistimanîya xwe bi rêve bibin, berxwedana xwe, bi germ û gurî pêsda bibin, hûn
hevwelatîyên hêja her weku caran pistîvanîyê xwe de mukurbin, hêz bidine me. HEVKARÎ-Platforma Rexistinên Kurdistan Li Almanyayê: |