Ji bo Hizbî Demokrata Kurdistana Îranê

Komîteya Almanyayê re

Em sipas dikin ji bo vexwendina pîrozbayiya 56 saliya Hizba we.

Em hêvî dikin ku þeva wê ya ku hûn ji bo 56 saliya damezirandina hizba xwe li dar dixin, xweþ  û geþ derbas bibe û di armanca we de bibe gaveke hêja.

Hevalên hêja;

Hizba we di vê 56 saliya xwe de ji bo Kurdistana Iranê gelekî kar û barê hêja kiriye, di damezirandina Komara Muhabadê de roleke sereke lîstiye, di pêþdebirina þiûra milî de, parastin û geþkirina kultur û zimanê kurdî xebateke bêhempa kiriye.

Li hember zulm û zora þah û meleyên Iranê serê xwe netewandiye, berxwe daye û di vê berxwedanê de bi hezaran þehîd daye. Serokên xwe yên hêja Qadî Mihemed, Dr. Qasimlo, Sadiq Þerefkendî û gelek kadirên xwe yên hêja di vê têkoþînê de wenda kiriye lê xebata xwe her berdewam kiriye. Hizba we îro li Kurdistana Îranê hizbeke bingehîn e û di nav hemû kurdan de ciyekî wê ya taybetî heye.

Em Komîteya Almanyayê ya  Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê(PADEK) bi dil û can 56 saliya damezirandina hizba wê pîroz dikin û daxwaz dikin ku pîrozbayiya we bi coþ û heyecan derbas bibe.

Em careke din 56 saliya hizba we pîroz dikin û silavên biratiyê li we dikin.

18.08.2001

PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê-
Komîteya Almanyayê