Di têkoþîna azadî û demokrasiya
salên 2000-î de gaveke nû:
Partiya Azadî û Demokrasî
ya
Kurdistanê
Platforma Azadî û Demokrasî ya
Kurdistanê (PADEK), di mehên derbasbûyî de kongreya
xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de bi
berfirehî li ser pêvajoya îro hat sekinandin; vatinî
û berpirsiyariyên ku di dema avakirinê de hatibûn
stendin, hatin þirovekirin û biryara partîbûyinê hat
dayin. Navê partiyê wekî Partiya Azadî û Demokrasî
ya Kurdistanê (PADEK) hat binavkirin. Her weha di
kongreyê de program û destûra partiyê û
perspektîfên pêvajoya pêþiya me jî hatin
munaqeþekirin û di van waran de hin biryar hatin
girtin. Piþtî kongreyê Komîteya Navendî civiya û di
navbera xwe de karûbar dabeþ kir.
Kurd dîsa ji maf
û azadiyên xwe yên neteweyî û demokratîk bêpar
pêþwazî li sedsaleke nû dikin. Herçend di sedsala
bîstan de di tevayiya Kurdistanê de ji bo azadî û
serxwebûnê têkoþînên rûmetbilind hatin dayin jî,
lê ji ber dewletên ku welatê me di bin desthilatdariya
xwe de digrin û têkiliyên wan ên navneteweyî û
balansên herêmî, Kurdan nikaribû ciyê xwe yê bi
rûmet di nava neteweyên azad û serbixwe de bigrin.
Hukûmetên Kurdistanê yên ku di sala 1919-an de li
Silêmaniyê û di sala 1946-an de jî li Mehabadê hatin
îlankirin di demeke kurt de hatin pelçîqandin;
pêþeroja Hukûmeta Federe ya Kurdistanê ku di sala
1992-an de li Hewlêrê hat îlankirin jî, ji ber hin
sebebên hundirîn û yên derve ne kifþ
Di pêvajoya derbasbûna sedsala 21-î de Kurdistana
Bakur ji ber hin bûyerên neteweyî û navneteweyî yek
ji wan demên xwe yên herî hessas de dijî. Ji aliyekî
ve helwestên siyasî û pratîk ên PKK û serokê wê
dibin sebebên texrîbatên siyasî û fikrî ku
telafîkirina wan dê di demeke kurt de ne hêsan be, ji
aliyê din ve jî rewþa hezên demokratîk û neteweyî
yên din û mudaxeleya wan ya vê pêvajoyê wekî
pirsgirêkeke girîng li ber me ye. Partiya me wekî heta
nuha dê dîsa bêdudilî bi nêrîn û pêþniyarên xwe
li hember wan hewildanên ku dixwazin doza neteweyî ya
Kurdî di çarçeweya nasyonalîstiya Tirkî ya
kemalîstî
Gava birevebirên dewleta Tirkiyeyê bi dengekî
bilind tekrar dikin û dibêjin ”li welatê me aqiliyet
tunene” û Yekîtiya Ewrûpayê jî di vê demê de
bêyî ku behsa pirsa Kurdî bike Tirkiyeyê wek namzetê
Yekîtiya Ewrûpayê qebul kir, di navbera gel de
nerazîbûneke peyda bû û ev nerazîbûn bû sebeba
endîþeyeke ”Lozanekê” nû . Wer xwiya ye û di
dîrokê de jî gelek caran tekerur bûye dê dîsa pirsa
Kurdî bikin qurbana
PADEK, di demeke weha de, gava gelek vatinî û
berpirsiyariyên giring li pêþiya hemû hêzên
neteweyî û demokratîk yên Kurdan de ne, hat
damezirandin. Ji bo vê yekê jî PADEK di riya rizgariya
neteweyî û civakî ya Kurdistanê de gaveke girîng û
nû ye. Lê ji ber ku avabûna wê li ser zemîna
tecrûbe û destketinên gelek salan e, ew mîratxur û
berdewama berxwedan û serîhîldanên rûmetbilind ên
Kurdistanê ye jî.
Wexta PADEK di Çileya Pêþîn a 1998-an de wekî
platform hat damezirandin jî armanc jê ew bû ku
mîrata têkoþîna siyasî ya rêxistinî ya sî salan
li Kurdistana Bakur bi riya partiyeke siyasî bête
domandin û ji bo rêxistineke firehtir bikeve nav
hêwildanan. Wê gavê jî bawerî ew bû ku bi
biryardarî û bi rastiya heyî mudaxeleyê pêvajoyê
bê kirin.
Di vê çarçeweyê de, di Çileya Paþîn a 1999-an
de, ji bo yekîtiyeke siyasî ya nû, me bi grûba ku ji
aliyê hin endamên ku di nava Partiya Yekîtiya
Sosyalîst a Kurdistanê (PYSK) de me bi wan re kar
kiribû ku du re navê Rêxistina Sosyalîst a
Demokratîk a Kurdistanê (RSDK) girt, têkilî danî.
Lê ji ber bersiva wan ya neerênî ew hewildan hîn di
destpêkê de qût bû. Piþtî salekê îcar RSDK ji bo
hevdîtinên yekîtiyeke siyasî ji me re pêþniyarek
anî. Lê, ji ber hin zehmetî û pirsgirêkên ku
dikaribûn derkevin pêþiya me, bêyî ku emdi
pêþerojê de îhtimala derketina pêvajoyeke nû ya
yekîtiyê jî red bikin, me ji wan re pêþniyara
hevdîtinên ji bo hevkariyên du aliyan kir.
Hewildana yekîtiya siyasî bi Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê (PSK) re herçend gihaþt merheleyekê jî,
lê ji ber nêrînên cuda yên li ser metod û awayên
yekîtiya rêxistinî ew jî neçû serî.
Danûstendinên me bi wan þexsiyetên serbixwe yên
ku ji ber sebebên cuda ji rêxistinên ku em
mîratxurên wan in veqetiyane û hîn jî daxwaz û
þewqa wan a xebata siyasî hene re, her berdewam in.
Avakirina PADEK-ê, divê wekî berhema pêvajoyeke
weha bêþirovekirin. Lê belê partiya me ji
alternatîfên siyasî yên cuda ku ji temenniyên
bêbingeh ên yekîtiyê wêdetir, bikaribin têkoþînê
bigihînin merheleyeke bilind re amade ye û di vî warî
de tiþtên ku dikevin hustiyê wê, dê di bin ronahiya
tercubeyan de bi cih bîne
PADEK, wek partiyeke çep û sosyalîst ku ji bo
daxwazên rojane û guherandinên siyasî yên bingehîn
têdikoþe, gava rewþ û mercên biryardana neteweyê
Kurd bi xwe li ser çarenivîsa xwe bêne cih, partiya me
ji bo ku gelê Kurd bi azadî ji xwe re serxwebûn,
konfederesyon, federesyon yan jî awayekî din
hilbijêre, pêkanîna referendûmê erka xwe ya sereke
û bingehîn dibîne. Di þertên weha de jî partiya me
dê bibe parêzgerê komareke demokratîk a serbixwe, lê
ne ji ber ku li dijî awayên çareseriyê yên din e, ji
ber ku ev awayê çareseriyê yê herî dadimend û
domdar eDi referandûmê de kijan çareserî tê
qebûlkirin bila bê qebûlkirin, ger di pêvajoya
piþtî wê de þertên siyasî yên xweîfadekirina
çareseriyên din hebin, divê encamên referandûmê ji
aliyê hemûyan ve bên qebûlkirin
PADEK, di derbasbûna sedsaleke nû de bêparmayina
Kurdan ji mafên xwe yên neteweyî û demokratîk ji bo
wan hukûmet û dezgehên navdewletî ku xwe wek
parastvanê demokrasî û azadiyê nîþan didin wek
þermekî dibîne.
PADEK, di van rojên ku 54 saliya Komara Kurdistanê
-ya ku di 22-yê Çileya Paþîn a 1946-an de li
Mehabadê hatibû îlankirin- tê pîrozkirin de, daxwaza
azadiya hezarsalan ku ji vê komarê re jî bûbû
bingeh, bi hêviya ku ev daxwaz di salên 2000-î de hîn
bi hêztir û bi biryardarî bê pêþve birin, gazî
hemû hêzên Kurdistanê û dostên navneteweyî yên
gelê me dike ku bi aktîftir kampanyayên berfireh
bimeþînin û bi rê û metodên ku muqabilê pêvajoyê
dikin hêzên xwe bikin yek