PNK- BAKURJI RAYA GIÞTÎ REWeka tê zanîn demajoya þerê kendavê ku bi êrîþkarî mîrîtîya dîktatorîya hova Sedam ser bi Kuweytê ve destpêkir ber bi tawî tê. Vê êrîþkarîya dîktatorîya Sedam jî, bi giranî di rojhilata navîn de û pêre di tevayîya dinê de, li ser guherandinên kêþa têkilî û hevkarîyan de bû egerek. Heta vê demajoya þerê kendavê berjewendîya netewa kurd û tu hêzek ji hêzên xwurtên dinê ne li kêþek mêzînê bûn. Vê demajoya hanê mêtinkarek ji mêtinkarên Kurdistanê xist hemberê DYE ku îro desthilatdarê herî mezine li dinêye. Ji bona gelê kurd, di guhertina mîzana kêþan de bû destpêkek nû. Li vê navçê berjewendîya kurd û DYE li hember dîktatorîya hova Sedam gihîþte hev. Ev jî firsetek nû ji bona gelê kurd aamade kir. Mêtinkarên din yên Kurdistanê jî, her çend li hember doza Kurdistanê yekin û di vî waarî de her tim dinav hevkarîyek dene jî, lê her yek ji ber egerên cuda be jî sererast nikaribûn piþtgêrîya dîktatorîya hevalbendê xwe bikin. Tenê li ser tirsa pêþketin û destketinên tevgera Kurdistanê li hev gerîyan, civîyan û ketin nav peymanan. Cîyê kêfxweþîyê ye ku ev jî, ji bona pêþîgirtina destxistinên Kurdistanê têrnekirin. Ji ber ku kêþa di vê demajoyê de, ji bona rûxandina vê nîrê hov tu hêzek ku karibe þûna hêza kurd bigire tune bû. Ev jî egerek gelek mezine ku di demajoya þerê kendavê de hêza Kurd bibe hêzek bingeh û dinav hêza hevpeymanan de kêþek girîng bigire. Ji ber vê ye ku ev deh salî bêtire ku, ji alîyê DYE û hêzên hevpeymanan ve navça Kurdistanê tê parastin. Þûna þanazîyê ye û pêwiste ku meriv bêje; tevgera kurd li vî beþê Kurdistanê, di vê demajyê de bêyî hinek bûyerên bi kul, bi hilbijartinan, bi avakirina Parlamentoya Kurdistanê, bi biryarsendina Dewleta Federal, bi mixalefeta Iraqê re li ser Iraqek federasyon li hevkirin û biryar sendin, bi avakirina rêvebirinî û aavakirinî û xizmetên perwerde û saxlemîyê li Kurdistanê, derxistin bicîhanîna qanûnên pêwist û hwd. Di dawîyê de DYE tevî Ingilîzan û hêzên hevpeymanan tevî gengeþî û bihevketinên gelek mezin dinav Yekîtîya Netewan û NATO yê de, di 20 adara 2003 yan de êrîþê mîrîtîya mêtinkarîya Sedam kirin. Di vê êrîþê de wek hêzek leþgerî ji navçê tenê hêza kurd tevî þer bû. Ev pêwist bû, ji ber ku ji alîyek ve, þer li ser axa Kurdistanê jî bû, ji alîyê din ve jî þer li dijê mêtinkarek Kurdistanê bû û rêya azad kirina axa Kurdistanê ya dibin mîrîtîya mêtinkarîya Sedam li ber kurda vedikir. Tevgera kurd weha jî kir û tevayîya axa Kurdistana baþûr azad kir. Azad kirina Kurdistana baþûr ji bona netewa kurd, kiryarek pîroz, mezin û dîrokî ye. Vê serketin û destketina mezin li netewa kurd pîroz be. Pêwiste ku ev baþ bê zanîn; bi vê serketin û destxistina pîroz; karûbar û vatinîyên li ser milên rêxistin û kesên kurd siviktir nabe. Lê ev destxistina hanê kar û vatinîyên mezin di serî de çawa di bidestxistinê de li ser PDKI û YNK bû, wê ji niha û þûnde jî dixe ser milên wan û hemî rêxistin û kesên Kurdistanî. Divê di demek herî lezde Parlamento û hukumeta Kurddistanê bê yek kirin, divê hemî kar û sazîyên rêvebirinî, parastinî, saxlemî, hînkarî, xizmetê û hwd. Bên yekkirin. Du serîtî ji nav Kurdistanê rabe. Berberîtî ya sîyasî tenê di warê kar û xizmeta welaat û gel de bimîne. Dîsa pêwiste ku di vî warî de çi baar û vatinî têkeve ser milên rêxistin û hêzên perçen Kurdistanê yên din jî wek heta niha û pirtir jî bi balkêþî pêkbînin û alîkarê Kurdistana baþûrbin bipaarêzin û xwedî lê derkevin. Nîsan 2003 PIK (Islamic Party of Kurdistan), PSK (Socialist Party of Kurdistan), PADEK (Freedom and Demokratic Party of Kurdistan), PRK-Rizgari (Liberasyon Party of Kurdistan), RSDK Demokratic and Socialist Organisation of Kurdistan), Kürdistan Özgürlük Insiyatifi (Freedom Initiative of Kurdistan)
|