|
Li Hemberê Cînayetên KADEK ê Bêdeng Nebin ! Hevwelatîyên welatparêz! Hogirên Azadî û Aşitîyê ! Bi gor ewan agadarîyên ku digihîne bîr û raya giştî rêvebirên
KADEK ê li hemberî rikeberên xwe sîyaseta zulm û zorê û ji holê rakirînê
dimeşîne. Rêveberya KADEK ê bi fermana Ocalan ê li Îmralîyê ew gerîla û
alîgirên ku li dijî ewê siyaseta çepal li jêr navê „Komara Demokratîk" da
serhildidin û napejirînin, digirin û bizor û êşkencê teslîm digirin, didine tobê,
ewên ku berxwe didin baş tê zanîn ku tene kuştin. Qurbanîyên evê dumahîyê ye evê siyaseta çepal jî Faruk
Bozkurt (Nasir), Berzan Dürre (Harun) û bi navê Îskender gerîlayek ji başura
rojavaya Kurdistanê ye. Welatperwerîno! Azadîxwazîno ! Piştî girtina Ocalan, dest ji armanc û daxwazîyên xwe kêşa,
dest bi parastina Kemalîzmê û Dewleta Unîterê kir, li cihê daxwazîyên bingehî ye
neteweyî piroja li jêr navê „Komara Demokratîk" daye pêşya xwe. Ew endam, gerîla
û hevalên ku li dijî ewê siyaseta çepal derdikevin berbi qehir û kuştara
PKK-KADEK ê dikevin. Ev kiryara hov siyaseta rojane ya PKK- KADEK ê ye ku li
hemberê welatparêzan tê meşandin. Ocalan fermana ji navbirina rikeberên,
teslimbûna siyaseta çepale xwe, bi rêka wekîlên xwe digihîne destê rêveberya
KADEK ê û ewan jî, ewan tawanana birêve dibin. Bizavên evê dumahîyê ye PKK-KADEK ê û dest têwerdana kar û
barên navxweyî ye Ba Hevwelatîyên berkevtî ! Li hemberî ew cînayetên KADEK ê da bêdeng man, dibe sedemê evê ku KADEK bêtirs xuna welatparêza birêje. Mirovên li KADEK ê bawer! Ew kesên ku bi fermana Îmralîyê bi destê rêvebirên KADEK ê têne kuştin hita duhu, we mil bi milê hev, bi pêkve xebat kirye. Ji ber evê berî her kesê hun dibê li hemberî ewê zulm û kuştara KADEK ê bêdeng nebin. Li hemberî evê bêdadîyê da dengê xwe bilind bikin. Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya-HEVKARÎ evê kiryara dur ji mirovatîyê û dijî demokratîke KADEK ê mehkum dike. Eve kiryareke ku li dijî mafê mirov û demokrasiyê ye. Dibê KADEK dest ji rijandina xuna welatparêza bikêşît. HEVKARÎ bangî dem û dezgahên navneteweyîye parêzvanên mafê mirov dike ku li hemberê evan cînayetên KADEK ê da bêdeng nemînin. HEVKARÎ bangî hemû kurdên dilsoz û hogirên demokrasî û mafê mirov dike ku li hemberê KADEK da bi deng werin, hita ewan girtîyên rikeber berdin, welatparêzên kurd nekujin. HEVKARÎ-( Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya ) 20.12.02 |