|
Daxuyaniya Encama Civîna
Komîteya Navendî ya PADEKê
Komîteya me, piþtî îlankirina partiya me ya di meha Çileya
Paþîn de, civîna xwe ya yekemîn li dar xist; mijarên ku xistibû
rojeva xwe nirxand û biryarên hewce girt. Li ser rewþa partiyê û
faliyetên wê yên heta nuha hate sekinandin û îmkanên bi awayekî çalak
midaxelekirina vê pêvajoyê hat minaqaþekirin. Li sehayên cihê
berdewamkirina tekoþînê û ji bona di nav van sehayan de
kordînasiyoneke lihevkirî bê avakirin, tiþtên ku dê bên kirin, hat
nirxandin.
Di berdewamiya tekoþînê de biryardarî
Hate dest nîþankirin
ku, PADEK, bi hemû dezawantajên ku ew partiyeke nû ye jî, lê bi wê hêza
ku ew ji kevneþopya xwe ya ew temsîla wê dike distîne, bi yekbûyina
biryardariya tercubeya nava kadiro û tereftarên xwe, ew namzeta bi cîhanîna
mîsyona dîrokî ye. Ew tiþtên
di destûr û bernameya xwe de aniye zimên û di vê çerçeweyê de
wazîfeyên ku têkeve ser milên wê, dê bi cîh bîne. Ger PADEK, wek yên
din, berjewendiyên rêxistinî li ser hesabên piçûk nake û bi îtina xwe
jê diparêze, ew ji baweriya bi xwe, bi gelê xwe û ji prensîbên xwe
distîne. Û hat diyarkirin ku vê helwesta xwe ya bi þexsiyet bidomîne.
Komîteya Navendî da diyarkirin ku, PADEK ji hêlekê de, li gor wazîfe û
berpirsiyariyên xwe yên rêxistinî, xeteke têkoþer û xweragir
didomîne û ji hêla din ve jî hemû hêzên demokratîk yên neteweyî, li
gor realîta gelê me ya neteweyî û welatî, di warê dostayî û siyasî de,
pêwîstiya xurtkirina faliyeta sehayên miþterek dibîne. Hate diyarkirin
ku, divê Platforma
Neteweyî ya Kurdistana Bakur a heyî, hîn bêtir bê xurtkirin û hevkariya bi
hev re xebat kirinê bibe dayimî û mewziyên heyî bên parastin û bi
pêþ ve bibin. Di vê çerçeweyê de, em qîmetê didin wê civîna ku
dê Platform di 9-10ê îlonê de li bajarê Kölnê li dar bixe û bi hêviya
ku ji welatên Ewrûpa yên cihê beþdariyeke mezin çê bibe. Baweriya
partiya me ew e ku beþdarên vê civînê li hember lîstikên ku li ser
gelê me dixwazin bên lîstin derkevin û li hember
Kemalîzmê û teza "Cimhûriyeta Demokratîk" a ku dixwazin gelê me
entegreyî sîstemê bikin,
helwest bistînin.
Pêþveçûyinên bi endîþeyan barkirî
Hat diyar kirin ku, di
demên dawiyê de, di navbera der û dorên cûda yên demokratîk ên neteweyî
de, mineqaþeyên ku ji armancê dûr dikevin, tên kirin, ev rewþa
han feydê nade tu kesî, bilekis dê encamên ku ne bi dilê mirov in û
tahrîbatan bi xwe re bîne. Mafê rexne û
xwerexnekirinê mafekî tabiî ye; lê divê li hemberî rexneyan mirov ne
girtî be û xwe ji reoksiyonên di vî warî de bi dûr bixe, israra zêde ya
tê de çikandina polîtîkayên þaþ, dikare encamên ku
telafîkirna wan zahmet be, bi xwe re bîne. Ji xêndî wê jî, bal hat
kiþandin ku helwestên bê tehamuliya li hemberî rexneyan, nêzbûyina
mijarên ku divê hasasiyet û pîvan bê nîþan dayin ger lê neyê
miqate kirin, ji fêdeyê bêtir dikare zerarê bîne.
PADEK, li hemberî karê rêxistinan yê navxweyî bi hurmet e, lê helwest
û polîtîkayên ji bo tehdîtkirina jiyana mirov û îradeya azad ya endam û
terefdarên rêxistinan, tiþtekî dê neyê qebûlkirin û ev mesele ne
wek karekî nav xweyî dihesibîne; nemaze PKKê di vê meselê de, ji berê de
jî têra xwe hasasiyet nîþan neda; hate destnîþan kirin ku, divê
PKK ji tevgêrên ku ne ji wê re û ne jî ji îdealên gelê me re feydeyê
neynin, xwe jê dûr bixe.Partiya me êrîþa dawî ya dewleta Tirk ku bû
sebeba kuþtina 38 kesên sivîlên kurd, mahkûm dike.
Komîteya me, pêþveçûyinên siyasî yên dawiyê jî nirxand û
diyar kir ku li hemberî polîtîkayên teslîmiyet û tasfiyeyê yên ku dewlet
dixwaze bide ferzkirin û li hember vê yeka ha endîþeyên xwe, ji bo
bersivdayina bi awayekî bê þert û bi yek alî, bi paþ ve gav
avîtinê anî zimên û da xuya kirin ku divê ev siyaset bê
teþhîrkirin. Dewlet, ji damezirandina cimûriyetê û vir de, di wan
tezên xwe de biser neketiye; ew tiþtên ku dewletê nikarîbû bikira, bi
destê PKK dixwaze bike; ew hemû hêjayiyên me yê neteweyî û serhildanên
milî paþverû, feodal û wek senaryoya dewletên emperyalîst dibîne û
dixaze ew tekoþîna ji bo mafên demokratîk û neteweyî hatiye
dayin, pîs bike. Serokê PKKê yê giþtî Abdullah Öcalan, hîn jî bi
pêþ de dihere, "Ew bang li
gelê Kurd dike da di bin gotarên Kemalîzmê de bimeþin". Lê teva
vî hawî jî, bi saya
aqilselîmiya gelê me a ji kevneþopiya xwe ya liberxwedanê û
azadîxwaziyê ku bi sed salan
ava kiriye, di þertên herî djwar de jî ku ew ê dev ji daxwazên xwe
yên milî bernede û ew zîrekiya wî ya li hember wan lîstikên ku dixwazin
bên lîstin derketina wî, wek awantajekê hat teyîtkirin.
Mesela Tirkiyeyê a ketina YE yê
Dewlet ji bo têkeve YEyê û raya
giþtî ya dinyayê bixapîne û fêdeyên aborî, siyasi û dîplomatîk
bi dest bixe, ew gavên xwedêgiravî ji bo ber bi demokratîkbûyinê avêtinin
ya jî wê bavêjin, xapandin û þivavþitexlîkî ye, esas mexsed ne
demokratîk bûyine, mexsed hin xetimandinên ku di nava sîstemê de henin bi
hin rûtînan serast bike û bide pîne kirin, ew hewil didin ku çavê raya
giþtî ya dinyayê bi wan gavên ber bi "ne demokratîkbûyinê"
ve, wek gavên ber bi demokratîkbûyinê ne, boyax bike. Divê li hemberî van
lîstikên Tirkîyeyê, hêzên demokrat û raya giþtî bên li berxistin
ku, ew ne li bende tiþtekî bin.
Ji xendî wê jî, tesbît hat kirin ku dewletên endamên YE û DYA ne teva
ku her carê hasasiyeta xwe ya di derbarê mijarên demokrasî, mafê mirovan û
eqaliyetan ûhw de diyar dikin jî, di mesela gelê Kurd de wazîfeyên ku
dikeve ser milên wan bi cîh naynin û siyaseteke bi du dilî didomînin. Hate
diyarkirin ku divê bala wan parêzgerên "Sazumana Dinyayê ya
Nû" ne bê kiþandin ku ew ji bona pirsên cûrbecûr yên neteweyan
ku li dinyayê hene, ji bo çareser
bikin ya terefên wan li ser maseyekê tînin ba hevdu, ya jî ew bi xwe
midaxele dikin û ya jä hewil didin ku ew bi xwe çareser bikin; lê wexta
mesele tê ser pirsa Kurdan, tu dev ji çareserkirina di çerçeweya neteweyî
û milî de berde; ew gaveke ku di çerçewa mafê mirovan de jî bi kêr were
navêjin û ew ji bona alîkariya CTya ku mitefîkê wan î sereke yê
mintîqeyê
bikin, çi ji destê wan tê dikin.
"Krîterên
Kopenhagê"
Bi girîngî hate diyarkirin ku, ew pakêta ku wek "Krîterên
Kopenhagê" tê zanîn û ji bona endametiya Tirkîyeyê, bû þertê
hitil mitiliyê, ger pêk were, teva ku ji gelê me re baþ e jî, lê
divê bê zanîn ku gelê Kurd ne eqalitetek e û bi cîhanîna van gavan me
girê nade. Ji ber ku, ne di tesbîtkirina van krîteran de û ne jî di
pêvajoya ku -bi îhtimala- pêk anîna van krîteran de, ne gelê Kurd û ne
jî berpirsiyarên wî yên siyasî mihatab nehatiye sitendin û fikrên wan
nehatiye pirsîn, bi adetî tê xwestin ku pirsa Kurd ji Kurdan pê ve bibe
pirsa her kesî û hin kesên din li
ser navê Kurdan bipeyivin, minaqaþe bikin û biryarê bidin; him jî qala
navê wan nekin.
Di mesela þîrovekirin û bikaranîna "Krîterên Kopenhagê"
de cîh li dewletê teng bûye û hesabê
ku ew dike, bi wasiteya hin qelemþorên xwe dixwaze wê xala "peymana
Lozanê" a 39an bixe rojevê, ji vê peymanê Kurd jî dê bikaribin wek
wan eqaliyetên din îstifade bikin, wê çaxê him "Krîterên Kopenhagê" bi cîh tîne û him jî mesela Kurdan hal dike. A xerab, hin
derûdorên Kurd û rewþenbîr jî piþtgiriyê
pêþkêþî vê projeyê dikin.
Hate diyar kirin ku, ew hêzên îdia dikin ku ji bo aþitiyê û
hizûrê bînin dinyayê û hebûna Kurdistana di sêguþeya Kafkasya,
Balkan û Rojhilata navîn de, li vê herêma herî hasas ji derveyî îradeya
Kurdan a neteweyî ya azad hewildayina çareserkirina vê pirsê, ne karê aqila
ye, ger bi rastî jî dixwazin pirsa Kurd bi aweyekî adil û payîdar bê
çareserkirin, divê rêya
diyaloxê bê vekirin û berpirsiyarên wan yên siyasî mihatab bên
qebûlkirin.
Komîteya me ya Navendî dest nîþan kir ku, nemaze hewildayinên di
deh salên dawiyê de ji bo avakirina "Sazûmana Dinyayê ya Nû" di
eslê xwe de, ev sazûman ji bo parastina berjewendiyê çend dewletên
kapîtalîst in û bi temamî li ser esasê bê qaidebûyinê û çorshêziyê
ne; lê ev dengeya nû ku di navbera hêzan de çêdibe, ger mirov baþ
binêrxîne dikare hin
avantajên nû ji bo berjewendiyên gelê me bi xwe re bîne. Di vê
çerçeweyê de, PADEK qîmetek mezin dide wan pêþveçûyin û
bidestkeftinên di deh salên dawî de ku li Kurdistana Baþûr çêbûne.
Gelê Kurd jî wek hemû miletên din dixwaze li ser erdê xwe, bi awayekî
azad, bi aþitî, û di nava aramiyê de bijî. Ji bo aþitî û
aramî bibe dayimî wazîfe dikeve ser milê me hemûyan û bi teybetî jî
dikeve ser gelê me yê wî perçeyî û rêxistinên wî.
Yek ji wan nuxteyên ku Komîteya me ya Navendî bi giringî li ser sekînî
ew e ku; çi li Tirkiyeyê û çi jî li qada navneteweyî de, di teva hemû
giringiya ku faaliyetên di derbarê çareserkirina pirsa Kurd de riya diyaloxê
veke, divê ku ji rastiya "heq nayê dayin, tê sitendin" ve bête
hereket kirin. Û hate diyarkirin ku pirsên di derbarê partiya bi nasnameya
milî, radyo
û tv ya bi Kurdî û zimanê Kurdî û perwerdekirina wî de, ger di
çerçeweya vê baweriyê de bê
hereketkirin þansa biserketinê zêdetir dibe.
Pirsa partiya legal
Komiteya me ya Navendî, nemaze di derbarê partiya legal de tiþtên ku
bûne û hewildanên ji terefên cûda de, projeyanên ku heyî bi hûrbijêrî
nirxand û diyar kir ku ev mesele yek ji wan meseleyên esasî ye. Ger ji
kêmanî û þaþiyên berê ders neyên derxistin, dikare dîsa
xeyalþikestin û têkçûyin çê bibe. Berî her tiþtî, li ser
navê "Yekîtiya Kurdan" tu feydeya ku mirov hemû Kurdan di sehayeke
teng de esarge bike tuneye, a girîng ew e ku ew kesên xwedî fikir û meylên
siyasî yên cûda, li ser meseleyên girîng ên siyasî dikaribin yekîtiyeke
bi hev re
ava bikin.
Komîta me ya Merkezî destnîþan kir ku, partiyên qanûnî ên heyî
û ên dixwazin çê bibin, ji bo
yekîtiya Kurdan ne astengiyek e, bilekis dewlemendiyek e; ji bo yekîtiyê ne
ku pirdengî,
yekdengî xirabtir e û di tercubeyên demên berê de jî ev fikr, her rîska
ku alîkariya polîtîkayên "her tiþt ez im" dike bi xwe re
aniye. Komîteya me diyar kir ku, teva hemû van tevger û hevildayinan, hîn
jî partiyeke qanûnî a bi nasnameya milî nehatiye avakirin û di vî warî de
tiþtekî berbiçav tuneye.
Komîteye me ya Navendî destnîþan kir ku PADEK, ji dêvila bi mantiqa
"Bila partiyeke min a qanûnî hebe" bêtir, bi mantiqa, îhtiyac bi
hewildayineke ku pirsên welêt û yên gelê me li gor pîvanên xwe di qada
legal de têxe rojevê û li rêyên çareserkirinê bigere, heye. Ew ê di
projeyeke weha mezin de, çi piþtgiriya pêwîst be û wazifeyên têkeve
ser milên wê, bi cîh
bine.
Di pirsa partiya legal de, partî û hewildayinên heyî ji xêndî hin
telafuzên cûda, kêm - zêde hemûyan jî dev ji gotina "Partiya
Tirkiyeyî" bernedane û pir - hindik hemû jî eynî tiþtî dubare
dikin; dive berî her tiþtî dev ji þaþiyên heyî, ên di vî
warî de, bê berdan. Di vê çerçeweyê de tesbîta ku, him nasnameya partiya
Kurd a li gor baweriyên PADEKê, him þekilê xebat û
tekoþîna wê û him jî di mesela xebata nava partiyê de, ku ji yên
heyî bi ferqtir e, hate kirin.
Komîteya me ya Navendî; tespîta ku, divê hesabên hasasiyeta di qada
legal de hin fikirên ku di hin deman de, parastina wan zahmet e, bên kirin,
lê bêyî ku mirov hêjayiyên xwe yê fikirî têxe bin nigan û ya rast ew e,
bêyî ku mirov di hewildayinên ku xwe bi dewletê û dezgehên wê bide
qebûlkirin de be, bê kirin. Komîte ya me, bala hewildayinên heyî
kiþand ser vê meselê û da diyarkirin ku divê ev doralînan hîn bêtir
bi hasasî hereket bikin.
Ev pêvajoya hesas ku welatê me tê de derbas dibe û qîmeta wê ya
dîrokî heye; ji bona dezavantajên ku heyî mirov dikaribe wan ber bi
avantajbûyinî ve bizîvirîne û divê em tekoþîna xwe ya siyasî ber
bi hamleyeke pêþ de bi tac bikin, ji bo wê jî ji berê bêtir îro,
vazîfeyên mezin dikevin li ser milên hemû kesimên civakî û siyasî. Ji bo
gavek berî gavekê
mixalefeta neteweyî berpirsiyariyê werbigire ser milên xwe û daw û
delêngên xwe hil bikin, Komîteya me ya Navendî, bi ruhê yekîtî û
hevkariyê, li hember nehaqî, kedxwarî û zulmê,
bangî hemû kesî dike!
1ê Ilona 2000î
Komiteya Navendî
ya PADEKê
|
|