Ji
bo civîna Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur
Hevalên
hêja,ku di 9-10 îlonê de li Kolnê dicive
Beþdarbûna
aliyên siyasî demokratîk ên cûrbecûr û kesên hêja yên ji gelek
welatên Ewrûpayê girîngiya civînê hîn bêtir dike û loma jî netîceyên
ji civînê derbikevin bêtir dibin balkêþ.
Bila
þika tu kesî tune be ku bendewariya hêzên neteweyî yên demokratîk û
rayagiþtî ya kurd di vî warî de ye. Dixwazin
hêjayiyên heyî bi destê kurdan bixwe bêne xerakirin
Mewzî
û tespîtên siyasî yên ku bi xebata 30 salî li Kurdistana Tirkiyeyê hatine
bidestxistin, dixwazin bi destê kurdan bixwe xera û þêlû bikin.
Bi
taybetî serîhildanên neteweyî yên ku ji îlankirina komarê (TC) û vir de
wek tevgerên ji aliyê “emperyalîzmê, hêzên feodal û paþverû” yên
li hember “komareke demokratîk a pêþverû û hevdem” têne nîþandan.
Wek
tête zanîn yên ku van têzan diparêzin kemalîst, turanciyên nijadperest û
dijminên kurd ên ku li dijî mafên neteweyî yên kurd in.
Tevgera
neteweyî ya kurd ji avabûna komarê
û vir de li hember van têzan û nijadperestan bi têkoþînê û rizandina van
têzan hatiye rojên îro.
Lê
mixabin dixwazin van têzan bi
pêvajoya dadgeha Îmraliyê bi riya PKK û serokê wê Abdullah Ocalan ku hîna
di nav civaka kurd de giraniyek wan a berbiçav heye di nav bi gelê kurd bidin
qebûlkirin.
Li
gorî me riya herî talûke “têzên” ku dewletê nikarbiye bi gelê kurd
bide pejirandin bi destê PKK û serokê wê A. Ocalan tête xwestin ku bête
kirin. Riya vê “siyasetê” û leystikê vebûye lê pejirandina wan bi
gelê kurd û siyaseta wî hîn bi ser neketiye.
Mixabin
hin kesên siyasî û ronakbîr ên ku li dora PKKê; ku dibêje formulên wek
“otonomî, federasyon û serbixwebûn” demode bûne, bêdeng siyasetê dikin
jî ji vê yekê re îtirazan nakin û ev jî rastiyeke tahl e.
Ji
ber van hemû sedeman divê Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur û ronakbîr
û siyasetmedarên kurd îro ji hemû deman bêtir xwedî li têz û mewziyên
tevgera siyasî ya kurd a heftê salî derbikevin û biparêzin.
Ku
ev yek neyê kirin dewlet dê di tasfîyekirina van destkeftiyan de biserkeve.
Wê
demê jî dê ji kurdan re bêyî di çarçeweya “komara demokratîk” de
mafên “hemwelatiya yasayî” xebat kirin rê nemîne.
Li
hember van dek û dolaban rawestîn û siyasetek alternatif derêxistin mumkun e
û divê ev rojek berê were kirin. Nasnameya
neteweyî wek “hemwelatiya yasayî” tête dîtin
Piþtî
pejirandina berendametiya YE(Yekîtiya Ewrûpa)yê, dewletê li gel têzên “komara
demokratîk” û “hemwelatiya yasayî” bi taybetî ji bo “pîvanên
Kopenhagê” li Tirkiyeyê bêne tetbiqkirin dest bi geryaneke
bêdeng kiriye. Li pêþ van geryanan ji þirovekirina hin bendên
Lozanê hene.Her çiqas ev yek nuha bi awayek masûmane ji aliyê hin ronakbîr û “lêkolîner” û “alim”an ve tête kirin lê aþkera ye ku ev ne weha ye. Armanca vê yekê kanalîzekirina raya giþtî ya tirk û kurdan a ber bi siyasetekê ve ye.
Welê tête xuyakirin ku hin “ronakbîr” û derûdorên kurd jî angajeyê
vê manipulasyonê bûne. Heta hin ji wan “ronakbîrên” kurd, tevgera
neteweyî ya kurd sucdar dikin ku wê serê xwe li ser van bendên lihevkirina
Lozanê neêþandiye û bilind firîne. Li ciyê ku dewletê sucdar bikin ku wê
ev bend bi cî neaniye, ew rêxistinên kurdan sucdar dikin ku ev helwest dê ji
dewletê jî desttek werbigre.
Dewlet
bi vî awayî ji bo têzên xwe yên “çareserkirina” pirsa kurd hevalan
çêdike ku ji bo “pîvanên Kopenhagê” zemînek maqûl amade dike.
Îhtimaleke
mezin e ku dewlet dê di demeke nêzîk de qebûl bike ku kurd jî dê ji benda
4ê ya maddeya 39ê ya lihevkirina Lozanê “îstifade” bikin – ku ev yek
gelê kurd wek “kêmayî” jî nabîne- û “pîvanên Kopenhagê” qebûl
bike û li dinyayê îlan bike. Divê
Tirkiye sozên xwe bi cî bîne
Volkan
Vural, temsîlkarê Tirkiyeyê yê daîmî li NY(Neteweyên Yekgirtî) “lihevkirina
mafên ferdî û siyasî ya NY” û “lihevkirina mafên aborî, civakî û
kulturî ya NY” ku di sala 1966ê de hatibû qebûlkirin û gelek welatan ew
îmze kiribû, îmze kir.
Îmzekirina vê lihevkirina berfireh û girîng li
dema krîza qararnameyê ya di navbera serokkomar û huûmetê rast hat, loma
jî di çapemeniyê de gelek cih wernegirt.
Ev
sozdayin wek du lihevkirinên cêwî yên ku “beyannameya navnetewî ya mafên
mirovan” temam dikin tên zanîn.
Ev
lihevkirin ji bo Tirkiyeyê sozdanên berfireh û ciddî tînin. Bicîanina van
dê bi þiyarbûna gelê tirk û kurd û avêtina gavên siyasî yên li gor vê
yekê ve girêdayî be. Di lihevkirina NY maddeya yekê de tête gitin ku “hemû
gel xwediyê mafê çarenûsînê ne. Bi vî mafî ew dikarin statuya xwe ya
siyasî, aborî, civakî û kultûrî tayîn bikin.”
Maddeya
sisiyan jî dibêje dewletên ku ev lihevkirin pejirandine divê alîkarî bikin
ku “mafê çarenûsiya gelan pêk
bê.” Divê
kurd serî li Neteweyên Yekgirtî bidin
Berê
her tiþtî divê ji bo van sozdanan Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur
hîn ciddî, bi pîlan û program karê dîplomasî bike. Divê karê di vî
warî de bête koordînekirin û li NY hin çalakî bên kirin.
Divê
ev civîn ji sekreterê giþtî yê NY Kofî Annan re nameyek biþîne. Hem ji
wî re sipasiyên xwe diyar bike, hem jî bide xuyakirin ku wek aliyê kurd ew
dê bûyeran bi balkêþî taqîb bikin û muxatabê van lihevkirinan gelê kurd
û temsîlkarê vî yê siyasî ne.
Wek
hemû neteweyên azad ê dinyayê, mafê gelê kurd jî heye ku mafê xwe yê
çarenûsiyê bikar bîne, li ser axa xwe azad bijî û dewleta xwe ava bike.
Ji
bo îradeya siyasî ya gelê kurd diyar bibe, divê referandûmeka ku di bin
çavdêriya NY de bê kirin û divê Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur û
beþdarvanên birêz ên din ji nuha de îlan bikin ku ji vê referandûmê çi
netîce derdikeve bila derkeve dê hurmeta wê bigrin.
Platforma
Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistana Bakur û beþdarvanên birêz divê li ser
van bendên jêrîn de gavan bavêjin 1- Divê komîteyek bête avakirin ku li Neteweyên Yekgirtî dest bi çalakiyên pêwîst bike.
2-
Divê kar bête kirin ku komîteyek ji kurdên ku endamê parlamentoyên
welatên Ewrûpayê ne bête avakirin da ku di çalakiyên li Parlamentoya
Ewrûpayê û organên cûr be cûr ên Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên
Yekgirtî de zanîn û alîkariya wan bête bidestxistin. 3- Ji bo kurdên ku li Ewrûpayê dijîn û hejmara wan bêtirî nîvmilyonî ye,
li riyên fînansekirina kanaleke televîzyona bi kurdî bêne gerandin û di
vî warî de bi taybetî serî li Yekîtiya Ewrûpayê bête dayin.
9ê
îlona 2000î
|