“Divê
em ji dinyayê re bidin diyarkirin ku bakurê Kurdistanê jî namzeta azadî,
demokrasî û refahê ye”
Birêz
bêşdarên konferansa PKE-Platformê Ji
2500 salan vir ve ye welatê me Kurdistan ji bo qada zilm û zordariyê hatiye bi kar anîn û gelê me ji bo ku mafên
xwe yên xespkirî bi dest bixe, ji 200 salan zêdetir e têkoşîneka
bêhempa û berdewamî dide û di dîroka xwe de tu carî
têkoşîna wî ya adil qasî îro negihîştiye qonaxeka weha
hessas û bi hêvî. Herçiqas
di radaya qonaxên cuda de be jî û bi taybemendiyên xwe hinek cudayetî nîşan
bidin jî di çar parçeyên welatê me de têkoşîna gelê me hev temam
dike, herroj xurt dibe û ber bi
serketina xwe ya nîhayî ve diçe. Li gel wê, dewletên ku welatê me parçe û kolonîkirine di dîroka xwe de tu carî qasî îro neketine tengasî û bêçaretiyê. Dewletên ku taybemendiyên wan yên muşterek tenê li ser “dijminayetiya kurdan“ hatiye avakirin, di şûna ku rastiyê bibînin û politîkayên maqûll bimeşînin ew hin politîkayên gemarî li hember kurdan dimeşînin. Siyaseta wan tenê li ser bingeha “çi dibe bila bibe lê divê kurd tiştekî bi dest nexin,“ tê meşandin. Ev siyaseta wan siyasetêka pûç e û maraziyeka; “çawa be ez wenda dikim bila raqibê min jî qezenc neke“ ye. Li
gel hemû asteng û dafikan, gelê me li ser riya xwe dewam dike. Ji xeynî
hinek hezyanên xêrnexwazan ku bi îddiaya kurdayetiyê xencerê li pişta
kurdan dixin, welatperweriyê wek nasyonalizma primitiv bi nav dikin, her ala
têkoşînê berdewam e. Birêzên
bêşdarên konferansê Herçiqas
di bakurê welêt de belavbûneka siyasî û neliserhevî ber bi çav e jî,
lê di encama têkoşîne rêxistinî ya van 40 salên dawiyê de
tecrubeyên me yên muazzam çêbûne û gelek kadirên me yên ku di doza xwe
de biryardar û pêşveçûnên dinyayê bi çavekî hevdem
şirovedikin, peyde bûne. Herçiqas
di tarîxa me ya siyasî û civakî de di encama nêvengeka kaotik de
potansiyela gel di bin navê dînî û kilifên siyasî de hatiye
kanalîzekirin jî, lê baweriya me ew e ku bi hewildanên biryardarî û
çalak dê ev rewş jî dawî bê. Herweha
gava rewşenbîrên gelê kurd bi perspektifeka zelal bên xemilandin ew
dikarin fersandên îro yên dîrokî li lehê gelê me bi kar bînin. Eşkereye
ku di pêvajoya îro de, di rojeva kurdan de daxwaz û dîtinên siyasiyên
cuda hene. Hinek ev cudayî dikin bahane û dibêjin; “Kurd nizanin çi
dixwazin, talebên wan ne diyar in”. Yên ku bi dostanî û bi dilekî pak
van gotinan dikin, ji wan re gotineka me tuneye. Lê herçiqas ev gotin bi
mantiq be jî di eslê xwe de bi tahlûkeyan barkirî ye. Ev tê wê mahneyê
ku dixwazin daxwazên neteweyî û demokratîk yên kurdan bin cil bikin. Li
gel ku li welatên herî pêşketî û demokratîk de jî hemû tebaqeyên
gel di bin daxwazek muşterek ya siyasî de ne mumkun e
bên cem hev, ev tişt ji kurdan xwestin çiqas rat e gelo? Mesele,
parastina hebûna neteweyî ya kurdan û mafê wan yê xweîdarekirinê ye.
Xweîdarekirin di şertên cuda de bi tarzên cuda dikare bikeve jiyanê.
Ji bona wê jî di vî warî de dîtinên cuda divê nebe sebeba ku mafê
kurdan bête bin cil kirin. Ev di eslê xwe de dewlemendiya dîtinan e. Îro
di navbeyna hêzên polîtik yên Kurdistanê de tenê di nuxteyêkê de
cudayetî heye. Ew jî ev e ku yên ku siyasetê ne bi dest û
serê xwe dajon û yên din jî dixwazin siyasetê bi bi hêza gelê
xwe bimeşînin. Divê
di navbera kes û hêzên ku xwe ji hemû mihraqên vekirî û dizî parastine
û bi bawerî û biryardarî doza gelê xwe dikin û
ew kes û hêzên ku
siyaseteka gemarî dimeşînin de xeteka sor bête kişandin; yên ku
dixwazin doza gelê me şêlû bikin divê li hemberî wan helwesteka
berbiçav bête stendin. Hevalên
hêja Hûnê
jî teqdîr bikin ku siyasetên ku duweroja miletekî tayin dikin ne tenê
li ser daxwaz û bingeha rewa ya tabîî tên destnişankirin,
herweha ew li gorî şert û şirûtên neteweyî û navneteweyî jî
tên tespît kirin. Pêwîstiya
me bi siyaseteka ku dijminê me zeyif û dostên me zêde bikin heye. Divê
em xwe bi siyasetên derûdorên navneteweyî ku daxwazên gelê me naxin
rojeve xwe û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û civakî tevger dikin
re, bi sînor nekin. Divê em enerjiya xwe li ser alternatifên çareseriyê
rabigrin û ji bo ku mafên xwe yên rewa di çerçeweya hiqûqa nevneteweyî
de bi dest bixin, divê çi ji destê me be, em bikin. Baweriya
me ew e ku ev konferans di lê hesandina gelê kurd de roleka girîng bilîze.
Em ji alikî ve bi niyetên xwe ji alternatifên cuda re vekirîne, ji aliyê
din ve jî divê em diyar bikin ku bêyî rizaya gelê kurd gavên ku bên
avêtin ji bonê me ne muteber in. Pêşveçûnên
başûrê Kurdistanê rastiyeka vekirî derdixine ber çavan ku bêyî
kurdan pirsa kurd nikare bête çareserkirin. Yên ku îddîa dikin û
dibêjin “kurd civateka paşdemayin e û ku mafê dewleta serbixwe bidin
wan jî ew nikarin xwe îdare bikin” ev
îddîayeka bêbingeh e û gelê me di nava Rojhilatanavîn de
welatekî azad û demokratîk avakiriye. Divê
em milên xwe bidin hev û ji dinyayê re bidin diyarkirin ku bakurê
Kurdistanê jî namzeta azadî, demokrasî û refahê ye. 25.
02. 2005 PADEK Partîya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê |