|
Programa PADEKê
(Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê)
PADEK, ji bo çareserkirina mafê çarenivîsa neteweyê Kurd tekoþîn dide. Gava ev rewþ û merc bêne cih, PADEK ji bo ku gelê Kurd bi azadî ji xwe re serxwebûn, konfederesyon, federesyon yan jî awayekî din hilbijêre, pêkanîna referendûmê erka xwe ya sereke û bingehîn dibîne. Di þertên weha de partiya me dê bibe parêzgerê komareke demokratîk a serbixwe, lê ne ji ber ku li dijî awayên çareseriyê yên din e, ji ber ku ev awayê çareseriyê yê herî dadimend û payîdar e
PADEK, azadiya xwebirêkxistinê, belavkirina dîtinên xwe û jiyaneke aþtî û kamîranî ji bo her kesî armanca sereke ya siyaseta xwe dibîne.
Tevayiya programê
” Divê
em ji dinyayê re bidin diyarkirin ku bakurê Kurdistanê jî
namzeta azadî, demokrasî û refahê ye”
Birêz
bêþdarên konferansa PKE-Platformê
Ji
2500 salan vir ve ye welatê me Kurdistan ji bo qada zilm û zordariyê hatiye bi kar anîn û gelê me ji bo ku mafên
xwe yên xespkirî bi dest bixe, ji 200 salan zêdetir e têkoþîneka bêhempa
û berdewamî dide û di dîroka xwe de tu carî
têkoþîna wî ya adil qasî îro negihîþtiye qonaxeka weha hessas û
bi hêvî.Dumahîk
"Beriya ku Tirkiye bibe endama YEyê
divê kurd bi azadî û bi riyêka demokratîk biryara xwe li
ser duweroja xwe bidin"
Peyama Kurd: Hûn ketina Tirkîya ya YE cawa
dinirxînîn, ji bo Kurdan mehna wê ciye? Alîyên erenî û
alîyên negatîf yên Ketina Tirkîyê ya yekitîya Ewropa ji
bo Kurdan cine?
PADEK:
Helbet gava endametiya Tirkiyeyê ji bo YEyê tê rojevê û
îro jî di rojevê de ye em kurd di pencereya xwe de li meselê
dinêrin. Em dibêjin; "divê nasnameya kurdan ya neteweyî
û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne
di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên kollektîf bên
bicîhkirin û garantîkirin". Em pê re ne ku
"Pîvanên Kopenhangê" bi temamî û bê kêmasî bi
cî bên. Lê di eslê xwe de pirsa kurdan ne li gorî
"Pîvanên Kopenhange" ne, ne em xwe wek kêmnetewe
dibînin û ne jî dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê me kêmnetewe
qebûl dikin. Pirsa kurdî pirseka komplet e; mesela miletekî
ye, beriya ku Tirkiye bibe endama YEyê divê ew bi azadî û bi
riyêka demokratîk biryara xwe li ser duweroja xwe bide
Pîvanên Kopenhangê yên siyasî ji demokrasî, serdestiya
huqûqî, mafê mirovî, parastina mafê kêmnetewe pêk tên,
divê her berendamên vê yekîtiyê van þertan bi cî bîne.
Li gorî baweriya me wexta ev þert ji aliyê Tirkiyeyê ve
bêkêmasî pêk bên û demokrasiya Tirkiyeyê ku bigihîje
radaya demokrasiya Swêdê ya jî Belçikayê dê riyêka
demokratîk ji bo çareserkirina pirsa kurdî vebibe û ev rê
wek çirûskek be jî dive em vê çîrûskê bi kar bînin û
gurr bikin. Di vê çerçewê de be jî dive meriv ne li dijî
endametiya YEyê be. Em bîrve nekin ku îro 1/3 nifûsa kurdan
li metropolê dijîn yan jî bi cî bûne û pêkanîna
Pîvanên Kopenhangê dê rewþa wan baþtir bike.
Peyama
Kurd: HAK-PAR û Platforma Kurdên Ewropa di vê derheqê da
raporek wesandin û Hak-PAR 25`ê vê mehê da bi Otobusêk
dimese Brukselê. Hûn ve calakîye cawa dibinîn, tewra we ciye
û dive Kurd ci bikin?
PADEK:
Rewþa siyaset û siyasiyên kurdên bakur ber bi çavan e,
potensiyaleka mezin in, lê ne li ser hev in. Ji xwe em wek
rêxistin endama Platforma Kurdên Li Ewrûpayê ne.Divê him
Platform him jî HAK-PAR li gorî bang û programa ku ji bo
endametiya Tirkiyeyê pêþkêþî YEyê kirine, li gorî wê
jî bikevin nav hewildanan. Lê çendekî berî wexta Berpirsê
firehbûna YEyê çû Anqerê û Diyarbekrê Serok yan jî
berpirsê HAK-PARê dikaribûn daxwazên xwe yên ku wek rapor
kiribûn ingilîzî pêþkêþî Gunter Verheugen bikirina û
dikaribû biketana rojevê jî. Lê wan ev tiþt nekir bi
otobusekê dê herin Belçikayê. Di encamê de yên ku bi
dîtinê wan re ne dive piþtgiriya xwe nîþanê wan bidin û
hewilbidin ku beþdarî çalakiya wan bibin.
21.09.2004
Rapora
Platforma Kurdên li Ewrûpayê (PKE– Platform)
Li
ser berendamtîya Komara Tirkîyeyê ya ji bo
Yekîtiya Ewrûpayê
-
Divê
nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku
bi vê nasnameyê ve girêdayî ne di Qanûna Esasî ya
KTyê de weke mafên kollektîf bên bicîhkirin û
garantîkirin.
-
Divê
nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan
di qanûna esasî ya KTyê de bê bicîhkirin û
garantîkirin. Divê hemû maddeyên îdeolojîk û fanatik
yên ku di qanûna esasî ya KTyê de hene werin derxistin
û qanûna esasî ya nuh bê amadekirin.
tevayiya
nivîsê
Partiya
Azadî û Demokrasi ya Kurdistanê
Divê kurd Newroza xwe bi terefbûna xwe pîroz
bikin!
Gelê
kurd Newroza xwe ya îsal di parçeyeka welêtê xwe de, di bin misogeriya
hiqûqî ya maf û azadiyan de pîroz dike! Kurdên parçayên din jê vê rewþa
baþûrê welat xweþhal in û bi þênazî pêþewaziyê ji bo wê diyar kirin.
Bi vê munasebetê li Kurdistana Iranê li gellek bajaran gelê kurd bi girseyî
daketin kuçe û kolanan û ji bo wê jî bûn hedefa êrîþên rejîma
melleyan. Li binxetê kurdên cefekar û fedekar nehiþtîn ku Baasiyên þoven
yên avrûyên Seddam serokê Baþûr û destkeftiyên wan pîçûk
bixînin singe xwe li hember êrîþên wan vekirin û bi mêranî berxwe dan.
Li Qamiþlo û li gelek bajar û bajorêkên din serî hildan û bi dehan þehîd
û bi sedan jî bîrandar bûn. Ew
careka din dengê xwe bilind kirin û êdî naxwazin di bin esareta rejima
Baasê de bênifûs û bêazadî û bêdemokrasî bijîn.
Em terora ku li dijî gelê me tê bi kar anîn rûreþ
û riswa dikin û terora ku li Ispanyayê li hember kesên sivîl jî hat kirin
þermezar dikin.
Dilê
me li Qamiþloyê lê dide!
Li gor
agahdariyên ku li bin xetê tên, di navbera kurdê Qamiþlo û erebên þoven
de ji roja Îniyê û vir þer derketiye. Þer di dema lîstika du taqimên
spore de dest pêkiriye. Arab û terefgirên Sadam Huseyin ku li Dêra Zêrê
hatine Qamiþloyê di kolanêm Qamiþloyê de li gel Saddamî slogan avêtine,
serokên kurdên Iraqê pîçûk xistine û dawiyê jî li gel polis û
leþkerên dewletê êrîþ birine ser kurdan. Li ser vê bûyerê kurd
li Qamiþlo li hember wan berxwe didin ev du roja e, þer ber dewam e û li
bajarên din yên kurdistana piçûk jî belav bûye gihiþt Hisiça, Amûdê,
Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrikê û deverên dî. Di neticeyê de bi dehan
kes hatine kuþtin, bi sedan birîndar hene. Dikan hatine talankirin, leþker li
dora bajêr pêçandine, ketin û derketina bajêr qedexe ye. Kurd bi girseyî
xwedî li þehidên xwe derdikevin, wan bi kitleyê wediþêrin, alaya kurdan
bilind dikin, alaya Sûriyeyê diþewtînin, Heykelê Asad hildiweþînin û bi
her hawî ber xwe didin.
Em êrîþa þovenistên
ereban bi tundî rûreþ dikin, rejima Basiya Sûriyeyê ya hevalbenda Seddam bi
tundî þermezar dikin. Ji malbatên þehîdan re sersaxî dixwazin, ji birîndaran
re þîfa xêrê daxwaz dikin. þehîd þehîdên me hemûyan e!
Em bangî hemû Kurdan û bi
taybetî jî kurdên binxetê û partî û rêxistinên wan dikin dibêjin, roj
roja xîretê ye, roj roja yekîtiyê ye dive em hemû bi dil û can li hemebr
van êrîþan bisekinin. Dive
mutefikê kurdên Iraqê yên ku rejima Saddam ruxandin ew çavên xwe ji van bûyeran
re negirin!
Em bangê NY dikin ku ew li
gor prensibên xwe balê bikþîne ser endama xwe ya Sûriyeyê û çareyeka
jî kurdên Sûriyeyê re peyda bikin.
Em bangî hemû rêxistinên
NGO dikin da ku çavdarên xwe biþînin herêma Kurdistanê ciyên ku bûyer
lê qewimîne, lêkolînan bikin û raporên xwe pêþkêþê raya giþtî
bikin.
Divê
hemû kurd bi her hawî û bi her çalakiyên rewa û demokratêk piþtgiriya
birayên xwe yên binxetê bikin, ku ew hertim piþtgir û alîkarê xebata
rizgarîya beþên din yên Kurdistanê kirine; cefekar û fedekar û wefekar bûne.
Ev
çîrûsk e, azadiya vî gelê
welatê me nêzik e!
13.03.2004
PADEK
Partiya
Azadî û Demokrasiya Kurdistanê
Banga û daxwazên Platforma
Kurdên Li Ewropayê
ji bo Yekîtiya Ewropayê û
Komara Tirkiyeyê
Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevn û
mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ko
qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û
azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.
Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya
Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê
(KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di hundirê sînorên Yekîtîya Ewropayê
(YE) de nêzïkî milyonek kurd dijîn.
Ji bo Komîteya Navendî ya PDK-Iraqê
Birêzan
Di teqandina 1ê sibata
2004ê de ku li avayiya Partiya we ya Hewlerê de qewimî û sekreterê polîtbîroya
we û cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Samî Ebdulrehman, endamê polîtbîroya
Partiya we û wezîrê çandin û avdêranê Seîd Ebdella, wezîrê karên
civata wezîran û endamê KN yê we Þewket Þêx Yezdîn, parêzgarê Hewlêrê
Ekrem Mentik, cîgirê wezareta darayî û aborî Mehmûd Halo, cîgirê parêzgarê
Hewlêrê û serokê tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Mehdî Xoþnaw,
qaymeqamê bajarê Hewlêrê Ehmed Rojbeyanî û birêvebirê polîsên Hewlêrê
Emîd Nerîman û gelek endamên we yên din û hewwelatiyên we sehîd ketin,
em pê gelek xemgîn bûn. Ji wan re ji Xwedê rehmet ji partiya we û xizm û
malbatên sehîdan re jî metanetê dixwazin û ji bîrandaran re jî sifayên
acil dawaxaz dikin
Armanca van êrîsan ew e ku
li herêma Kurdistanê bêîstîkrarî peyde bikin û kurd dev ji daxwazên xwe
yên adilane berdin. Lê yên ku ev qatlîamên hovane û terorîst kirine divê
zanibin ku miletê kurd gelek caran tusê êrîsên weha bûne û ev êrîs
miletê kurd û partiyan wan hin xurtir û qewimtir kirine.
Em di wê baweriyê de ne ku
hûnê bîrin û bîrindarên xwe zû tedawî bikin û di riya xwe ya muqeddes
de û di armancên xwe yên adil de biserkevin. Em
pistgirên we ne. Ji Xwedê yê mezin daxwaz dikin ku ew alîkarê we be û em
duacî û pistgirên doza we ne û doza we doza me ye jî.
Em
careka din ji we re ji hemû endam û hewwelatiyên we re sersaxiyê û xizm û
malbatê sehidê Kurdistanê re jî sebir û metanetê dixwazin!
2.02.2004
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Ji bo Komîteya Navendî ya YNK-Iraqê
Birêzan
Di teqandina 1ê sibata 2004ê
de ku li avayiya Partiya we ya Hewlerê de qewimî û endamên serkirdatiya YNKê
Þaxwan Abbas û Xusro Þêro sehîd
ketin û hejmareke kadro û welatiyan jî birîndar bûn, em pê gelek xemgîn bûn.
Ji wan re ji Xwedê rehmet ji partiya we û xizm û malbatên sehîdan re jî
metanetê dixwazin û ji bîrandaran re jî sifayên acil dawaxaz dikin.
Armanca van êrîsan ew e ku
li herêma Kurdistanê bêîstîkrarî peyde bikin û kurd dev ji daxwazên xwe
yên adilane berdin. Lê yên ku ev qatlîamên hovane û terorîst kirine divê
zanibin ku miletê kurd gelek caran tusê êrîsên weha bûne û ev êrîs
miletê kurd û partiyan wan hin xurtir û qewimtir kirine.
Em di wê baweriyê de ne ku
hûnê bîrin û bîrindarên xwe zû tedawî bikin û di riya xwe ya muqeddes
de û di armancên xwe yên adil de biserkevin. Em
pistgirên we ne. Ji Xwedê yê mezin daxwaz dikin ku ew alîkarê we be û em
duacî û pistgirên doza we ne û doza we doza me ye jî.
Em
careka din ji we re ji hemû endam û hewwelatiyên we re sersaxiyê û xizm û
malbatê sehidê Kurdistanê re jî sebir û metanetê dixwazin!
2.02.2004
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
HEVKARÎ-Almanya
Ji bo bîr û raya giþtî
Piþtî girtina sedam diktatorê Bexdayê, dan û sitandinên hukumetên deverê û cîhanê
gerimtir buye. Rudav gelekî bilez pêþda tên. Hevdengîya hêzên baþurê Kurdistanê, nunerên
kurd li konseya gistî yê hukumeta berwextîya Bexdayê da bi daxwazîya çareseriya kêþa kurd
bi þiklê federalî ya coxrafî, siyasî û neteweyî ser esasî dilxwazî xwe pêsda anîn û li ser
mafê rewaye netewa kurd museger bûn. Ew daxwazîya gelê kurd xewa dewletên dagîrker yên
herêmê Tirkiye, Suriye û Ýranê revand. Ev sê dewletên dagirkerên Kurdistanê ji
desthelatdarîya xwe ditirsin. Loma ev hersê hêzên kolanyalist, ketine nexsekêsan û pilan
geryên kirêt û desttêwerdana deskevtiyên basurê û herimandina deverên rizgarkirî yê
Kurdistanê.
Di nava van çend mehên bihorî da Tirkîyeyê destê xwe yê resekujîyê di nav
Kerkukê werda û xwest ajewegeryê bi destê hêzên xwe yên kirêgirtî tev þundemayîyên Baasa
fasîst û ajanên der û dor berdewam bike.
Li hev hatina her du hêza û yêk girtina herdû hukumetên deverê li jêr banê Parlemana Herêma Kurdistanê, cihê serfirazî û kefxwesîya gelê
kurd e. Biryara Parlemanê û piþtgîriya hemû hêzên baþurê ji bo daxwazîya Federalîya li
ser bingehê siyasî, coxrafî, neteweyî ya dilxwazî, mizgîniya dewletbûna gelê kurd e.
Loma tevne diplomasîya ajewê û dagîrkeryê li nava Sam û Tahran û Anqerê da gerim buye û bi
yêk dengî dibêjin ku nabe kurd bibine dewlet û Kurdistan rizgar bibe. Besar Esad, Abdulah
Gûl û Xatemî li dora hev dicivin û pilangeryê digêrin.
Fayda ji tirsa van dewletên dorberê re û bermayîyên baasîyan ra nîne. Netewa kurd bi çil milyonî pistgîrê vê daxwaziya
rewa biryara Parlemana Kurdistanê dike û ji mafê xwe yên siyasî û neteweyî û insanî paþ de
gav navêje.
Em 17 partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê li jêrbanê Hevkarî li
Almanyayê bi yêkdengî piþtgîriya xwe bo biryara Parlemana Kurdistanê diyar dikî û xwe
berevanên destkevtiyên basurê welatê xwe dizanin. Her wusa kiryarên dewletên dagîrker
destdirêjîya wan bo Kurdistana azad bi tundî mehkum dikin.
Em ji Sazîya Yekîtîya Miletan, ji Yêkitîya Ewropayê, ji hêzên hevpemanên herêmê û desthelatdarên cihanê daxwaz dikin, ku
piþtgiriya doza gelê kurd ya rewa bikin! Berevanên mafê mirovan yên navneteweyî ! Netewa
kurd çil milyon e û welatê wê hatiye parçe kirin û wan ji hemû mafên xwe yê neteweyî,
siyasî û insanî mehrum kirine û bend û zincîr lê dane. Gelê kurd ev 200 sal e ji bona
azadîya xwe xebatê dike. Îro li basurê Kurdistanê 12 sale ku kurd çarenivîsa xwe bi destê
xwistine û dixwazin li ser axa xwe bi azadî û bi astî bijîn. Daxwazîya gelê kurd bibihisin
û pistgîrê lê bikin.
Heta kêsa kurd çareser nebe tenahî û aramî û astî li deverê
seqamgîrnabe. Keþa kurd keseyeke siyasî ye. Heta li bineretî çareser nebe gelê kurd ji
xebata xwe sar nabe. Divê rê li ber xerabiyên dewletên dagîrker bête girtin û ew nekaribin
desttêwerdana Kurdsitana azad bikin û destkeftiyên miletê me hîç û pûç
bikin.
Bijî Parlemana Basurê Kurdistanê
Berqerar be Federalîya coxrafî, siyasî, neteweyî û dilxwazî li basurê
welatê me.
Bijî azadîya Kurdistanê
Bijî yêkitîya hezên Kurdistanê
16.01.2004 Hevkarî-Platform
Ji bo raya giþtî ya gelê Kurdistanê
Di vê dema dawî da li bajarên Hewlêrê û bi taybetî li Kerkûkê
hin karên
terorîstî rûdan. Ji bo xirabkirina aramî û aþtiya ku li Kurdistana Baþûr
heye, hêzên xêrnexwaz û fitnebaz hewl didin terorê berdine nav bajarên
Kurdistanê. Ewana hêvî dikin ku bi van çalakiyên terorîstî pêþî li
pêþketinên baþ yên heyî bigrin.
Di vê serdema nû da, ku Iraq ji nûva tê çêkirin û yasayeke bingehî ya nû tê
amadekirin, biryardana li ser statûya siyasî ya Kurdistana Baþûr, bûye pirsa
here giring. Ciyê þanaziyê ye ku, di vê merhela îro da hemû hêzên siyasî, û
bi taybetî PDK û YNK li ser esasê federalîzmeke cografî û siyasî tevdigerin.
Parlamentoya Kurdistanê ya ku li Kurdistana Baþûr temsîla îradeya milletê
me dike, projeya federalîzma cografî û siyasî, wek
daxwaza milletê kurd pêþkêþî Konseya Hukumeta Iraqê ya
Navendî kiriye.
Em wek Komîteya Hevkariya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê,
piþtgirîya vê daxwaza adîlane dikin. Mafekî here sirûþtî ye ku gelê kurd bi
xwe li ser çarenûsa xwe biryar bide. Gelê me yê Kurdistana Baþûr çarenûsa
xwe di federalîzmeke cografî û siyasî da dibîne. Bi vî awayî Kurd û Ereb
û hemû hûrgelên din dikarin di çarçova Iraqeke federal û
demokratîk da, bi hevra wek bira bijîn. Ji bo cî bi
cîkirina wê, pêwîst e gelê me û hêzên wî yên siyasî,
yekitî, hevkarî û yekdengîya xwe xurttir bikin. þêweyê herî baþ
yê yekitîyê yekkirina herdu îdareyên kurdî ye. Ev herweha daxwaza hemû
netewayê me ye. Dubendî, yan jî ne yekbûna kurdan dikare bibe sedem ku
gelê kurd careke dî firseteke tarîxî ya mezin ji destê
xwe birevîne. Lewma em careke dî destnîþan dikin ku,
temînata serkevtina gelê me yekitî û hevkarî ye. Em li
ser navê xûna hemû þehîdên Kurdistanê dehwa û tika li hêzên siyasî
yên Kurdistana Baþûr dikin ku li gor wê mesûliyeta dîrokî erkê ser milê
xwe bi cî bînin.
Bijî hevkarî, yekitî û yekdengiya gelê me. Bijî Kurdistana azad!
05.01.2004
Komîta HEVKARÎ ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî li Swêdê
Payama Platforma Kurdên Ewropa-PLATFORM
EM SALA 2004 AN BI HEV RE BIKIN SALA
BISERKETINÊ
Gelê Kurd salake dîrokî, sala 2003 an
li pey xwe hiþt. Kurd bi hêvîyeke mezin û bi helwestên pevkelandina hestên
neteweyî pêþwazîya sala nu, ya 2004 an dikin.
Di salên buhurî de gelek bûyer û rûdanên girîng bi ser Gelê Kurd de
hatin. Di nav alozî û labîrentên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, di gel hemî
astêngî û rêlibergirtînên dujminane, desthilatdarîya Kurdan, bi taybetî
desthilatdarîya Kurdan ya li Baþûrê Kurdistanê, bi helwestên xwe yên neteweyî û
bi zîrekîyeke dîplomasîya navneteweyî pirsa Kurd û pirsa statuya Kurdistanê di
rojeva cîhanê ya sîyasî de bi cih kir.
Tevayîya belavokê
Ji bo Komiteya
Swêdê ya PDK-Iraqê
Bi
munasebeta pîrozbayiya 57 saliya PDKê
PDK Iraqê di dema ku seranserî Kurdistanê ji bin postalên rejima
Baasê û diktatoriya Saddamî rizgar bûye û ew him li ser pêseroja Iraqê û him jî
li ser ya Kurdistanê xwediyê desthilatdar e 57 saliya xwe pîroz dike.
Di 57 saliya xebata ji bo rizgariya welêt û azadiya gel de PDK
gelek kadroyên xwe yên hêja, pêsmergeyên xwe yên mêrxas wenda kiriye; geh
derbeder bûye, geh biserketiye, lê îro li ser qedera welatê xwe desthilatdar e û
yek ji wan hêza bingehîn ya basûrê welêt e.
Serokê Partiya we yê efsanewî General Mistafa Barzanî ciyekî wî
yê taybetî di dîroka Kurdistanê de heye; ew di 100 saliya ji dayikbûna xwe de ji
aliyê gelê kurd de bi giramî tê bibîranin. Her ciyê wî cennet, axa wî adan be!
Di dema ji nuh ve avasazkirina Kurdistanê de baweriya me ew e ku
PDK YNK û partî û rêxistinên din yên Kurdistanê mil bi mil astengên li pêsiya
avabûna welêt rakin, bi riyeka astî, demokratîk û diyalogê pirsên xwe çareser
bikin; dezgehên xwe yên millî têkûz bikin û gelê Kurdistanê bextiwar û serfîraz
bikin.
Careka din 57 saliya partiya we pîroz be, seva we xwes û ges be!
Rizgariya Kurdistanê û azadiya gel pîroz be!
30.08.2003
PADEK(Partiya Azadî û Demokrasî ya
Kurdistanê)
Komiteya Swêdê
Ji bo Komiteya Swêdê ya YNK
Bi munasebeta pîrozbayiya 28 saliya YNKê
YNK (Yekîtiya Niþtîmanperwerên Kurdistanê) di dema ku seranserî Kurdistanê ji
bin postalên rejima Baasê û diktatoriya Saddamî rizgar bûye û ew him li ser
pêþeroja Iraqê û him jîli ser ya Kurdistanê xwediyê gotine 28 saliya xwe pîroz
dike.
Di 28 saliya xebata ji bo rizgariya welêt û azadiya gel de YNK gelek kadroyên
xwe yên hêja, pêþmergeyên xwe yên mêrxas wenda kiriye; geh derbeder bûye, geh
biserketieye, lê îro li ser qedera welatê xwe desthilatdar e û yek ji wan hêza
bingehîn ya baþûrê welêt e.
Di dema ji nuh ve avasazkirina Kurdistanê de baweriya me ew e ku YNK û PDK û
partî û rêxistinên din yên Kurdistanê mil bi mil astengên li pêþiya avabûna
welêt rakin, bi riyeka aþtî, demokratîk û diyalogê pirsên xwe çareser bikin;
dezgehên xwe yên millî têkûz bikin û gelê Kurdistanê bextiwar û serfîraz bikin.
Careka din 28 saliya rêxistina we û rizgariya Kurdistanê û azadiya gel ji bo
hemû kurdan pîroz be!
24.05.2005
PADEK(Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê)
Komiteya Swêdê
JI BO PARLEMENA KURDISTAN
Birêz, serokê Parlamento û Parlementerên hêja!
Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pir xweþ û geþ rizgarbûna baþûrê Kurdistanê
pîroz dikin.
Parlementerên hêja û bi rûmet: Gelê me bi hemû awayî li baþûrê Kurdistanê
gehîþtîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet Çavên gelê Kurdistanê li çar alîyê
cîhanê li ser baþûrê welate û dilê wan jî li baþûrê Kurdistanê lê dixe.
Ev rewþe, bê guman hêvî û bawerîyek mezin dide gelê me, yê kû bi sedan salane
ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê par maye. Cîhê þanazîyêye ku kurd îro li çar
alîyên dinyayê bextewar û serbilindin. Pêk hatina vê serkevtinê bi
xusarekî herî bicûk teybeten cihê serfirazî û þahnazîyê ye.
PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - hemû niþtimanperwerên kurd bi têkoþîna Parlementa
xwe, hêzên xwe yên sîyasî û leþkerî, rêkxistin û dezgeyên netewî pir
serbilindin.
Birêzan:
Îro asta polîtîze bûn û rewþa tevgera rizgarîxwaz li Kurdistanê, ji hemû
deman baþtire. Gelê kurd li welat û di qada navneteweyî de diþê li mafên xwe yên
însanî xwedî derkeve û biparêze. Lê dijminên gelê me ji bo fetisandina
Kurdistanê hemû towana û mecalên xwe bikartînin.. Li dijî gef û provaqasyonên
dijminan pêwîste em ji hemû deman hiþyartir bin, xwûnsarî jî destê xwe bernedin,
li hemberî gef, leyzok û provaqasyonên dijminên xwe yêk deng bin, yêk dest bin.
Em wek PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - ji bo parastin û pêþdebirina mafên rewa yên
neteweyî, yekgirtina hêzên sîyasî erkekî herî girîng û pîroz dizanîn. bi dilekî
pak û biratî daxwaz û hêvîyên jêrîn ji Parlementa kurdistanê re pêþkêþ dikîn.
Parlementa Kurdistanê bibe desthilatdarîya herî bilind li baþûrê welat. Wek
welatekî hemdem, hemû sazî û dezgehên netewî wek; hezên leþkerî, polîs, dadgeh
tendurustî, rêvebirî, perwerde, xizmet ûhv. di bin serkirdayetî û fermandarîya
parlementa Kurdistanêda bêne civandin. Her kes û her alî ji bo van armancên
pîroz fedekarî bikin û normên netewî bidin pêþ. Di bin serkirdayetîya parlamento
de, di qada navnetewîda dîplomasîyêk hevbeþ û netewî di zûtirîn wext da bête
pêkanîn
Bêþik hemû sazî, rêxistin û rûþenbîrên gelê kurd li hemû beþên Kurdistanê û
li hemû cîhanê wek heta niha xweyî watinî û berpirsîyarin. Alîkarî, parastin û
lê xwedî derketina destkevtîyên Baþûrê Kurdistan erkê ser þanê hemû
niþtimanperwerên Kurdistanê ye.
PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - dubare rêz û silavên xwe ji parlemena
Kurdistan ra diþîne.
Rêz û silav ji bo pêþmergeyên qahreman û tevayîya hezên parêzvanên
Kurdistanê.
Rêz li þehîdên kurd û Kurdistanê.
Hezar silav li ser Kurdistana azad û hemû sazî û dezgehên netewî.
PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(PNK Bakur,IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê, DEMKURD)
JI RAYA GIÞTÎ RE
Weka tê zanîn demajoya þerê kendavê ku bi êrîþkarî mîrîtîya dîktatorîya hova
Sedam ser bi Kuweytê ve destpêkir ber bi tawî tê. Vê êrîþkarîya dîktatorîya
Sedam jî, bi giranî di rojhilata navîn de û pêre di tevayîya dinê de, li ser
guherandinên kêþa têkilî û hevkarîyan de bû egerek.
Tevayîya belavokê
Ji bo 10 mîn Kongreya YJKê Swêdê!
Kongreya we ya 10-min di bin siya þer de li dar dikeve. Hêvî û
êndiþeyên kurdan ji vî þerî heye; ev þer piþtî ketina Seddamî dibe ku azadiyeka
berdewamî û statuyeka resmî ya hiqûqî ji bo baþûrê welêt bi xwe re bîne!
Divê Yekîtiya we di vê pêvajoyê de xebateka xurt li dar bixe;
kampanyayan vebike, da ku NGO alikariya maddî ji wan kesên kurd bi taybetî jî
jin û zarokên ku di vî þerî de maxdûr dibin, bikin.
Bi hêviya ku kongreya we bibe kongreyeka bi berhem û biryarên
bikêrhatî bigre! Xebeta we ya ji bo xwe û ji bo piþtgitiya jinên Kurdistanê
hêjayî pesnê ye! Bi vê daxwazê em careka din xebata we ya 10 salan pîroz dikin.
29.03 2003
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Komîteya Swêdê
Ji bo Þeva Newrozê ya FKKSê
Tradisyona pîrozkirina Newrozê li Swêdê ku ji aliyê we ve her
sal tê pîrozkirin, ev ji bo kurdên Swêdê û ji bo Federasyonê sebilindiyeke mezin
e. Daxwaza me ew e ku Newroza we ya îsal jî bi girseyî û serfirazî derbas bibe.
Di qirnê 21an de hin jî kurd ji mafê xwe yên bingehîn bê par
dijîn, hebûna wan nahê qebûl kirin, li ser axa xwe, wek "biyanî" tên hesibîndin.
Di nav aramî û aþtiyê de nikarin kultura xwe bijîn, zimanê xwe bi kar bînin;
derd û kulên xwe jidinyayê re bibêjin. Divê Neteweyên Yekbûyî çareyekî ji halê
kurdan re bibîne!
Ev Newroz di bin siya þer de derbas dibe. Hêvî û êndiþeyên
kurdan ji vî þerî heye ku piþtî ketina Seddamî dibe ku azadiyeka berdewamî û
statuyeka resmî ji bo baþûrê welêt bi xwe re bîne! Sinyalên ku heta nuha ji
aliyê Amerikayê ve hatine dayîn di vê îstiqametê de ne! Lê kurd divê tu carî
tedbirên xwe ji destan bernedin û menfetên neteweyî li ser her tiþtî bigrin.
Siyaseta wan ya heta nuha xweþbinyek dide û dilê kurdan þa dike! Bi hêviya ku ev
Newroz ji bo milletê kurd bibe Newrozeka dîrokî! Bi vê daxwazê em careka din
dibêjin Newroz pîroz be!
21.03 2003
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Komîteya Swêdê
Ji bo PDK-Iraqê
Komîteya Swêdê
Ji bo sedsaliya ji dayikbûyina Mistefa Barzani
Hevalên rêzdar
Serokê efsanewî yê partiya we KDP-Iraqê, têkoþêr û
mêrxasê gelê kurd Mistefa Barzanî di sedsaliya rojbûna xwe de îro bi aweyekî
payebilndî tê pîrozkirin. 100 saliya wî li gelê Kurdistanê pîroz be!
Mistefa Barzanî yek ji wan serokên Kurdan e ku jiyana xwe di
riya azadiya welatê xwe de bihûrand; çiyayên Kurdistanê dostên wî yên herî
wefekar bûn, birçû ma, derbeder bû, lê serbilindiya xwe û gelê kurd nekir bin
lingan! Gora wî buhust û axa wî adan be!
Îro di vê dema nazîk de, dema ku çavên hemû dinyayê li ser
Iraqê û Kurdistana Iraqê ye hêzên baþûrê welêt û bi taybetî jî PDK ji bo azadî û
sutatiya welêt gavên bi îstikrar û siyaseteka zelal û bi biryardar li hemberî
dijminê gelê kurd dimeþînin.
Careka din em sedsaliya ji dayikbûnî General Mistefa Barzanî
pîroz dikin û silavên xwe yên germ ji bo we, heval û dostên we pêþkêþ dikin!
14.03.2003
PADEK
Partiya Azadî û Demokarasî ya Kurdistanê-
Komiteya Swêdê
Kurd bi hêvî û endîþe Newrozê pîroz dikin
v çi edalet e ku milletekî weha gewre û qedîm li ser axa xwe ji bo mafê xwe
yê rewa têkoþîn dide û dixwaze ew jî wek milletên din yên dinyayê di parvekirina
berpirsiyarî û mikellefetiyê de bibe xwediyê gotin û ev heq jê re nêhê dayîn. Di
dinyaya ku maf û azadiya gelan, demokrasî û mafê însanan li ser her tiþtî ye,
divê ev maf ji kurdan re pirr nehê dîtin!
Tevayîya belavokê
Ji bo Meclisa PDK-Bakur
Hevalên hêja;
Me bi dilekî xemgin wefeta serokê partiya we
rêzdar Hemres Resoyî bihîst.
Wefata Hemres Resoyî ji bo partiya we û gelê
Kurdistanê wendayeyekî mezin e.
Bila serê we, endam û dilxwazên we û malbata wî
sax be. Mekanê wî bihûst, axa wî adan be.
Li gel silavên me!
27.12.2002
PADEK
Li Hemberê Cînayetên KADEK ê Bêdeng Nebin !
Hevwelatîyên welatparêz!
Hogirên Azadî û Aþitîyê !
Bi gor ewan agadarîyên ku digihîne bîr û raya giþtî rêvebirên
KADEK ê li hemberî rikeberên xwe sîyaseta zulm û zorê û ji holê rakirînê
dimeþîne.
Rêveberya KADEK ê bi fermana Ocalan ê li Îmralîyê ew gerîla û
alîgirên ku li dijî ewê siyaseta çepal li jêr navê „Komara Demokratîk" da
serhildidin û napejirînin, digirin û bizor û êþkencê teslîm digirin, didine
tobê, ewên ku berxwe didin baþ tê zanîn ku tene kuþtin.
Tevayîya belavokê
Ji
bo Seroktiya Parlamena Neteweyî ya Herêma Kurdistanê
Ciyê kêfxweþiyê ye ku herdu partiyên
sereke yên baþûrê welêt(PDK û YNK) û parlamenterên we li ser wê yekê li hev
kirine ku ew herdu parlamento û hukumetên xwe bikin yek û li ser bingeha peymana
Waþintonê ji pirsegirekên xwe yên navxweyî re çarayen peyda bikin.
Di vî warî de civîna 4ê
Cotmehê di parlamena Netweyî ya Hewlêrê de gaveka girîng û pîroz e.
Tevayîya belavokê
Bang Bo Meþa Kolnê
Wek ku hûn jî jê agahdar in endambûna YE ye di nav xwe de hin pirensîb u
hejayen we hene.
Dewletên ku endamê YE ne, berî her tiþtî pirs u pirsgirekên xwe yên aborî,
sîyasî û demokrasîye çareser dikin. Ew dewletên ku endamê YE ne, hurmetê niþani
mafê mîrovan didin. Divê di wan welatan de pirsa azadî, demokrasîye û aqilyetê
tune bin. Tevayîya belavokê
Platforma Kurdên Ewrûpayê -PLATFORM
"Dilê me li basûrê Kurdistanê lê dixe!"
Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê
demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêseroja me û nehistina
destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên
ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin.
Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha
bas ketiye destên kurdan. Tevayîya
belavokê
Platforma Kurdên Ewrûpayê-PLATFORM ava bû!
Nûnerên sê beşên civata kurd (Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur,
Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf, Koordinasyona Demokratîk a Kurdên
Ewrûpa- DEM-KURD) di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê civiyan.
Nûnerên her sê beşên civatê li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrûpayê
rawestiyan. Tevayîya
belavokê
Ragihandina hêzên sîyasî yên
Kurdistan li Almanyayê
Seba xebata hevkarîyê
Hevwelatîyên hêja,
Her weku hûn jî xeberdarin, di çend salên bihurî da, li welatê Almanyayê
piranîya hêzên sîyasî yên ji her çar parçên Kurdistanê, bi pêkve cejna neteweyî
Newroz çêkirin. Tevayîya
belavokê
Ji
bo Hizbî Demokrata Kurdistana Îranê
Komîteya Almanyayê re
Em sipas dikin ji bo
vexwendina pîrozbayiya 56 saliya Hizba we.
Em hêvî dikin ku þeva
wê ya ku hûn ji bo 56 saliya damezirandina hizba xwe li dar dixin, xweþ
û geþ derbas bibe û di armanca we de bibe gaveke hêja. Tevayîya
belavokê
Ji bo Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê
Ji bo seva pîrozkirina Newrozê!
Sipas ji
bo dawetnameya we ya nazîk!
Tradisyona
pîrozkirina Newrozê li Swêdê ku ji aliyê we ve her sal tê pîrozkirin, ev
ji bo kurdên Swêdê û ji bo Federasyonê sebilindiyeke mezin e. Daxwaza me ew
e ku Newroza we ya îsal jî bi girseyî û serfirazî derbas bibe. Tevayîya
belavokê
Ji
bo Komîteya Navendî ya PDK-Iraqê
Hevalên hêja;
Em bi kuþtina endamê Komîteya Navendî ya Partiya we û endamê
Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê birêz Franso Herîrî û parezgerekî wî
gelekî xemgîn bûn.
Armanc ji kuþtina
Franso Herîrî ew e ku bêîstîkrarî li vî perçeyî azad yê welatê me
çêkin, di navbera musilman û gayrî-musliman de bêbaweriyê belav bikin û
ji raya giþtî re bidin diyarkirin ku li herêma azad ya Kurdistanê
hukûmeta herêmî nikare ewlekariyê ava bike.
Baweriya me ew e ku qatilên
birêz Herîrî dê di demekê kurt de peyde bibin û ji raya giþtî re
bê eþkere kirin.
Partiya we û gelê Kurd bi
kuþtina Franso Herîrî kadirekî xwe yê hêja wenda kir.
Em Partiya Azadî û
Demokrasî ya Kurdistanê(PADEK) ji we re, ji endamên we re û ji gelê Kurd û
gelê Asûrî-Suryanî re sersaxiyê dixwazin.
19-02-2001
Bi silavên biratiyê
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Komîteya Navendî
Ji bo Kongreya 19mîn ya Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Hevalên
hêja
Sipas
ji bo dawetnameya we.
Daxwaza
me ew e ku kongreya we ya 19mîn bi serfirazî derbas bibe û ji bo
çareserkirina problemên kurdên li Swêdê biryarên qenc werbigre.
Tevayîya
belavokê
Ji
bo civîna Platforma
Neteweyî ya Kurdistana Bakur
ku
di 9-10 îlonê de li Kolnê dicive
Hevalên
hêja,
Platforma
Neteweyî ya Kurdistana Bakur di demeke ku welatê me û têkoþîna cefakêþ a
neteweyî û demokratîk di þertên gelek zehmet û tevlihev de civîneke weha
berfireh û girîng amade dike.
Tevayîya
belavokê
Daxuyaniya
Encama Civîna
Komîteya Navendî ya PADEKê
1ê
Îlona 2000î
Komîteya me, piþtî îlankirina partiya me ya di meha
Çileya Paþîn de, civîna xwe ya yekemîn li dar xist; mijarên ku xistibû
rojeva xwe nirxand û biryarên hewce girt. Li ser rewþa partiyê û
faliyetên wê yên heta nuha hate sekinandin û îmkanên bi awayekî çalak midaxelekirina vê pêvajoyê hat
minaqaþekirin. Li sehayên cihê
berdewamkirina tekoþînê û ji bona di nav van sehayan de kordînasiyoneke
lihevkirî bê avakirin,tiþtên ku dê bên kirin, hat nirxandin.
Tevayîya
belavokê
Dîtinên
Padekê di derbarê
civîna Stockholmê de
Komisyona Civîna Stockholmê, bi nameyekê endamên
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) jî dawetî civîna
Stockholmê kirine; em ji bo nameya we, sipasiyên xwe pêþkêþ dikin.Di destpêkê de hêjayî gotinê ye ku divê em bêjin endamên me azad in û
bi xwe biryara xwe didin ka ew ê beþdarî civînê bibin yan na.Lê dîtina me di derbarê vê civînê de weha
ye.
Tevayîya
Nameyê
Di têkoşîna azadî û
demokrasiya salên 2000-î de gaveke
nû
Partiya
Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê
Di cejna Newrozê de
Li hember "Komara Demokratîk"
û entegrasyona sîstemê dengên xwe bilind bikin!
Pîrozbahîya Newrozê li Almanyayê
Li ser helwesta Ocalan
a dadgehê
Daxuyaniya
damezirandina Platforma Azadî û Demokrasî
ya
Kurdistanê
25-26/12/1998
Programa PADEKê
PADEK, partiyeke çep û sosyalîst e ku berjewendiyên çîn û qorên
berfireh yên kedkar diparêze, ji bo daxwaziyên rojane û guherandinên siyasî
yên bingehîn, rizgariya neteweyî û civakî, azadî û demokrasiyê tekoþîn
dide
PADEK, ji
bo çareserkirina mafê çarenivîsa
neteweyê Kurd tekoþîn dide. Gava ev
rewþ û merc bêne cih, PADEK ji bo ku
gelê Kurd bi azadî ji xwe re
serxwebûn, konfederesyon, federesyon yan
jî awayekî din hilbijêre, pêkanîna
referendûmê erka xwe ya sereke û
bingehîn dibîne. Di þertên weha de
partiya me dê bibe parêzgerê komareke
demokratîk a serbixwe, lê ne ji ber ku
li dijî awayên çareseriyê yên din e,
ji ber ku ev awayê çareseriyê yê
herî dadimend û payîdar e
PADEK,
azadiya xwebirêkxistinê, belavkirina
dîtinên xwe û jiyaneke aþtî û kamîranî ji bo her kesî armanca sereke
ya siyaseta xwe dibîne.
Tevayiya programê
|
|