Bang Bo Meşa Kolnê


Hevwelatîyen hêja!
Dostîno!
Hevalno!

Wek ku hûn jî jê agahdar in endambûna YE ye di nav xwe de hin pirensîb u hejayen we hene.

Dewletên ku endamê YE ne, berî her tiştî pirs u pirsgirekên xwe yên aborî, sîyasî û demokrasîye çareser dikin. Ew dewletên ku endamê YE ne, hurmetê nişani mafê mîrovan didin. Divê di wan welatan de pirsa azadî, demokrasîye û aqilyetê tune bin.

Gelo wexta îro mîrov li rewşa dewleta Tirkyeyê mêze dike ji pîvan u normên YE kîjan bi cîh tînin.

Hevwelatiyên hêja,

Dewleta Tirkyeye li gorî "Krîteren Kopenhagê" sozan da YE. Peymana Ji sedema polîtîka wan yên nijadperest û inkarê sozên xwe bi cîh nanîne. Herdem YE xapandine. Ji bo vê yekê jî, raydarên Tirkyeyê piştî demeki ji bo endametîya YE mecbûr man hîn guhertinan pêk bînin. Bi nave "Paketa Ahengê" ji parlementoya xwe hîn zagonan derxist. Guhertinên wek "Rakirina cezaya idamê", "serbestîya ziman" u weşanên din bi zor u daxwazîyen YE pêk hatin. Lê wan jî ne guhertinên hewqas girîng in û qîme gelekî ji 20 mîlyonan nakin. Gelê kurd jî dixwaze wek gelên din yê dinyayê bijî. Bi kurtayî divê dewleta Tirk va gavên jêrîn yên pêşepêş bên avêtin:

* Divê Qanuna Esasî ya ku cunta 12 Îlonê çêkirîbû, bê rakirin û yekî demoqratîk bê çêkirin û di serî da hebûna netewa Kurd û hemû eqalîyetan bê naskirin. Divê maf û heqên wan yên netewî û demoqratîk bê parastin.
* Divê mafê bi serbestî karkirin ji bo partîyên Kurdan bê dayîn.
* Sazîyên ku cunta 12 îlonê avakirîye, divê bên belavkirin.
* Divê rê û olax bê peydakirin, ku Kurdên koçber yên di dema şerê qirêj da ji axên bav û kalan hatine dûrxistin, gund û bajarên wan hatine şewitandin û wêrankirin, bikaribin wegerin warên xwe. Divê hemû zirarên wan bê dayîn.
* Divê zordarîya li ser zman û çanda Kurd bê rakirin; di radyo û televîzyonê da bi Kurdî weşan û her weha bi Kurdî perwerdekirin azad bibe. Divê ev maf, berê her tiştî di Qanuna Esasî da û her weha zagonên di da cîh bigire. Ew guhertinên nû di mijara perwerdekirinê da jî bi rastî tenê xapandin e. Divê sîstema perwerdeyî ji hemû rengên nijadperest û şovîn bê paqijkirin û demoqratîk be.
* Divê cezaya idamê bê şert û şûrten wek "Dema herba nez" û "Dema herbê" ji holê were rakirin.
* Divê hemû zagonên ku navên kurdî qedexekirine, bê rakirin. Navên ku di coxrafyê Kurdistanê da hatine guhartin, divê paşve bê dayîn.
* Ev 24 sal in ku Kurdistan bi rewsa awarte tê îdare kirin. Divê ev rewş bê guhartin, sazîya cehşitî bê rakirin.

Hevwelatîyên hêja,
Dosten giranbiha,

Heger em dixwazin di pêvajoya endametîya Tirkyeye de li daxwazên xwe yên jorîn xwedî derkevin, divê em dest bi hevildanan û çalekîyan bikin.

Ji sala par u vir de hêzên kurdan yên neteweyî û demokratîk dest bi hewildanan kirine. Heyetan avakirine, wek paket daxwazîyên Kurdan pêşkeşî YE kirin e. Îsal jî alî daxwaz û temsilîya kurdan ve gavên xwe hîn pêş de birin. Bi piştgirîya (18 hêzên Kurdistanî) Hevkarî yê dengê xwe ewe hîn bilintir bikin.

Ji bo vê yekê banga me ji YE ye re heye. Divê YE daxwaz û armanca kurdan jî bide ber çavên xwe. Ji vê pêvajoyê şunde kurdan jî wek teref qebûl bikin. Divê YE pirsa kurd u Kurdistan bi însaf u daxwaza dewleta Tirkyeye de bernede.
Di pirsa kurd u di statuya Kurdistanê de kurd xwedî desthilat be.

Em bo daxwazên xwe meş û xwepêşandinek çêdikin û bangî hemû Kûrd û mîrovên humanîst dikin ku, werin piştgirîya xwe bidin me û em tevhev dengê xwe bilind bikin!


Dem: 12.10.2002,
Destpêk: seet 12.00 li Köln-Ebertplatz Kombûn: saet 14.00 li Roncalliplatz

HEVKARÎ-Platforma Rexistinen Kurdistan / Elmanya