Ji bo Federasyona Komeleyên Kurdistanê li SwêdêJi bo þeva pîrozkirina Newrozê!
Sipas
ji bo dawetnameya we ya nazîk! Tradisyona
pîrozkirina Newrozê li Swêdê ku ji aliyê we ve her sal tê pîrozkirin,
ev ji bo kurdên Swêdê û ji bo Federasyonê sebilindiyeke mezin e. Daxwaza
me ew e ku Newroza we ya îsal jî bi girseyî û serfirazî derbas bibe. Di
vê Newrozê de jî hin gelê me ji maf û azadiyên xwe yên neteweyî û
demokratîk bêpar, li welêt û
li derveyî welêt Newroza xwe pîroz dike. Dewletên metîngehkar û bi
taybetî jî dewleta tirk bi salan tedbîrên nedîtî stendin ku nehiþtin em
Newroza xwe pîroz bikin. Piþtî ku ew di van tedbîrên polîsî û
leþkerî de bi ser neketin, îcar riyekê din dan ber xwe da ku naveroka
Newroza me pûç bikin û
bi deq û dolaban Newrozê bikin cejna xwe.
Çend sal berê jî dewleta Sûriyeyê eynî tiþtî kiribû; ji bo
Newrozê ji mahneya wê dûrbixîne û bike rojekê resmî, wê jî roja 21ê
adarê wek “roja dayikan” îlan kiribû. Li dijî van lîstikan derketin, wazîfeyeke welatperwerî ye û di vî warî de jî berpirsiyariyên mezin dikevin ser hêz û rêxistinên siyasî, demokratîk û kulturî. Wek tê zanîn hin li Kurdistana bakur hebûna gelê me tê înkarkirin, zimanê wî hatiye xedexekirin û kultura wî hatiye talankirin. Di pêvajoya berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê de jî, gavên ku divê dewlet û hikumeta Tirikyeyê di warî pirsa kurdî de bavêjin, ew bi inad û bi îsrar ji wan gavan direvin û konsepta xwe ya înkarkirinê pêþkêþî ewrûpiyan dikin. Di vî warî de nimûneya dawî “Programa Neteweyî” ye. Di “Programa Neteweyî” ya ku di 19ê Adarê de hat diyarkirin de, ev konsepta wan careke din dubare dibe. Li gora vê programê, “zimanê resmî û perwerdeyî tirkî ye, lê hevwelatiyên ku dixwazin di jiyana xwe ya þexsî de dikarin ziman û lehçeyên xwe bi kar bînin”. Armanca gelê me bidestxistina mafê xwe yên însanî û neteweyî ye. Tu hêz nikare pêþî li vê doza gelê me bigre. Di vê Newrozê de jî, divê em careke din ji hemû dinyayê re bidin eþkerekirin ku, gelê kurd heta mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexe, dê têkoþîna xwe dom bike. Bi vê egerê em careke din Newroza we pîroz dikin û daxwaza me ewe ku þeva we xweþ û geþ derbas bibe. PADEK
21.03.2001
|