Di cejna Newrozê de
Li hember "Komara Demokratîk"
û entegrasyona sîstemê dengên
xwe bilind bikin!
Gelê Kurd, cejna xwe ya neteweyî ya Newrozê ji mafên xwe yên neteweyî
û demokratîk bê par pîroz dike. Bi nêzîkbûna Newrozê ve dewlet li
Kurdistanê tedbîrên leþkerî û emnî zêdetir, erîþên xwe li
dijî gelê Kurd û rêxistinên wê yên siyasî û demokratîk dijwartir
dike. Bi sebebên besît Kurdan îtham dike; li hember HADEPê
siyaseteke hovana dajo û dixwaze siyasetê ji serokbelediyeyên wê re qedexe
bike. Kurd di bin tehdît, çavtirsandin, girtin û cezakirinê de ne.
Bêhiqûqî û bêadaletiya dewletê li Kurdistanê li dar e. Li welatê
Kurdan qanûnên li ser qaxiz jî derbas nabin; serokdewlet û serokên partiyên
wan jî îtîraf dikin ku dewlet li Kurdistanê derdikeve derveyê "rûtînan"
; Tirkiye bûye dewleta çete û mafiyayan.
Di destpêka sedsala nû de û di pêvajoya berandambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya
Ewrûpayê de jî di siyaseta Tirkiyê de tu guhartinekê berbiçav çênebûye.
Azadiya ramanî û rêxistinî tuneye, di derheqê partiyan de dawayên girtîbûnê
tên vekirin, fikir beyankirin sûc e û bedela wê hepis e. îþkence li
dar e, mafê mirovî bin lingan e û Kurd ji mafê xwe bê par e. Dewlet bi her
haweyî Kurdan înkar dike û berdevkên dewletê bi yek dengî dibêjin li
welatê me "eqaliyet" tunene. Heta gotina " Kurd" jî êdî
di medyaye wan de nahê bikaranîn.
Kurd di pêvajoyekê herî hessas û dijwar de dijîn. Rewþa Kurdan roj
bi roj ber bi xerabbûnê ve diçe. Bi taybetî jî piþtî pêvajoya
Imraliyê û îfadeyê Ocalan û guhartina siyaseta PKK-ê Kurd bi dewletê re
ber bi entegrebûnê ve diçin; bi taybetî jî HADEP di þûna ku
siyasetekê bi þexsiyet bajo ew jî pêþengiya vê entegrasyonê
dike; ji dewletê re þelaqiyê dike.
Hin rewþenbîr û kadroyên Kurdan ji nirx û rûmetên ku doh diparastin
dûr dikevin; beyî ku ji gelê Kurd bipirsin li ser navê xwe qedera Kurdan tayîn
dikin û ya herî xerab jî ew rêxistinên ku bi salan e têkoþîna
Kurdan anînê vê qanoxa bi "cudaxwazî" û "illegaliteyê"
îtham dikin.
Gelek ji wan doh bi navê sosyalîzmê li dijî pirsa Kurdî derdiketin, digotin
"ger sosyalîzm bê dê Kurd bigihîjin mafên xwe", îro jî dibêjin
ger demokrasî li Tirkiyeyê tanzîm bibe dê Kurd mafên xwe bi dest
bixin". Lê ew tiþtekî jibîr dikin ku ger li Tirkiyeyê demokrasî
tanzîm bibe jî dê dîsa li ser uslûba Kemalîzmê bibe û îdeolojiya Kemalîzmê
jî eþkere ye û bingeha wê jî " yek millet" , "yek
al", yek dewlet" û " yek zimên" e.
Ey gelê Kurd
Rê nedin ku li ser navê we, li ser xwîn û xweydana we, li ser ked û cefayên
we hin rêxistin û rewþenbîr bi navê "Demokratîk cumhurîyet",
" Demokrasî" û "Aþtiya" bebingehîn Kurdan bi sîstemê
re entegre bikin, daxwaziyên we yên neteweyî yên adil di hundirê sîstemê
de bihelînin.
Di çareserkirina pirsa Kurdî de rêya herî maqûl û bi mantiq ew e ku hûn
bi dengên xwe û bi awayekî demokratîk ji pirsa xwe re çareyeke bibînin.
PADEK ji bo çareserkirina pirsa Kurdî pêkanîna referendûmê erka xwe ya
sereke û bingehîn dibîne. Gava ev rewþ û merc bêne cih û hûn bi
azadî ji xwe re serxwebûn, konfederesyon, federesyon yan jî awayekî din
hilbijêrin, divê hûn îradeya xwe bi awayekî demokratîk beyan bikin. Di
þertên weha de partiya me dê bibe parêzgerê komareke demokratîk a
serbixwe, lê ne ji ber ku li dijî awayên çareseriyê yên din e, ji ber ku
ev awayê çareseriyê yê herî dadimend û payîdar e.
Gelê Kurd jî wek hemû gelên dinyayê dixwaze li ser axa xwe di nav aþtî,
aramî û serbilindiyê de bijî, bi vî ruh û þiûrê dixwaze cejna xwe
ya neteweyî Newroz pîroz bike. Têkoþîna wê ya adil ji bo vê yekê
ye.
Di vê roja girîng û bi manîdar de li dijî kedxwarî û dagirkeriyê divê
em dengên xwe bilind bikin û hêzên xwe bikin yek û têkoþîna xwe
berfireh bikin.
20-ê Adarê 2000
PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê