htpp://padek.kurdinfo.com padek@kurdinfo.com

Kurd bi hêvî û endîþe Newrozê pîroz dikin

v çi edalet e ku milletekî weha gewre û qedîm li ser axa xwe ji bo mafê xwe yê rewa têkoþîn dide û dixwaze ew jî wek milletên din yên dinyayê di parvekirina berpirsiyarî û mikellefetiyê de bibe xwediyê gotin û ev heq jê re nêhê dayîn. Di dinyaya ku maf û azadiya gelan, demokrasî û mafê însanan li ser her tiþtî ye, divê ev maf ji kurdan re pirr nehê dîtin!

Di qirnê 21an de hin jî kurd ji mafê xwe yên bingehîn bê par dijîn, hebûna wan nahê qebûl kirin, li ser axa xwe, wek "biyanî" tên hesibîndin. Di nav aramî û aþtiyê de nikarin kultura xwe bijîn, zimanê xwe bi kar bînin; derd û kulên xwe jidinyayê re bibêjin. Divê Neteweyên Yekbûyî çareyekî ji halê kurdan re bibîne!

Xwedêgiravî George W. Bush xwe kiriye xwediyê dinyayê û dixwaze li ser prensipên Wilson pirsên gelan "çareser" bike, divê ew berî li ser pirsa kurdî raweste, hewil bide ku wê çareser bike; divê berî zixtê li mutefika xwe yê Tirkiyeyê bike ku ew heq û hiqûqên kurdan qebûl bikin, hebûna wan bi zaqonên bingehîn misoger bikin, kurd bi aramî û aþtî nirxên xwe pêþve bibin; bi resmî û mahneya wê Newrozê pîroz bikin.

Xwdêgiravî di pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê de Tirkiye divê gavên demokratîk bavêje, asteng û keleman ji pêþiya pêþketina xwe rake û bibe welatekî demokratîk. Lê ew hîn jî partiyên siyasî û rêxistinên demokratik, piþeyî, sivîl digrin û yasaxê di derheqê birîvebir û endamê wan de derdixînin. Divê Yekîtiya Ewrûpayê berandama xwe ya Tirkiyeyê neke endama xwe ya esil heta ku ew mafên rewa yên kurdan qebûl neke; azadiya raman û rêxistinî di jiyanê de bi kar neyne, demokrasiyê bi rê û rêbazên wê neke jiyanê.

Dewleta tirk siyaseteka înkar û asimlasiyonê li dijî "kurdên xwe" û li dijî "ehlên" wan yê baþûr jî siyaseteka hovane û çavtirsandinê dimeþîne. Tirkiye bi her hawî dixwaze desttêwerdana baþûr bike û di vî warî de bêmubaxele hemû dezhegên wan hemfikir in. Bi destpêkirina þer Meclîsa Tirkiyeyê bi lez û bez tezkere derxist ku leþkerên xwe têxe Kurdistana azad. Ew naxwazin kurd li tu derî mafên xwe bi dest bixin. Bi destxistina mafê kurdan ji bo dewleta wan dibe sedemê þer. Lê bi desttêwerdana Tirkiyeyê ya baþûrê welêt, dê birîneka kûr di navbera herdû miletan de veke ku ev birîn dê zû bi zû neyê tedawî kirin. Tirk dê ji bin vê berpirsiyariyê nikaribin derkevin û ew li ser eniya wan wek lekeyek bimîne! Divê YE rê nede ku berandameka wan bi armanca dagirkeriyê bikeve axa ciranê xwe. Divê kurdên bakûr jî wek birayên xwe yên baþûr bi her hawî li dijî desttêwerdana Tirkiyeyê bisekinin da ku ew leþkerên xwe neþînin baþûrê welêt. Îro roj roja xîretê ye; firsendeka tarîxî ketiye destê kurdan divê ji wê siûd bê wergirtin.

Îro pergela dinyayê serûbin û li bin guhê hev ketiye. Dezgehên heyî wek NY, YE û NATO pêþeroja wan ber bi þêlûbûnê ve diçin. Amerika û mutefikên wê Ingiltere û Ispanya û çend dewletên din ku hemû bi hevre du tiliyên destan derbas nakin guh nadin biryarên NY ê ya jî biryarên wê wek xwe þîrove dikin û îradeya gelan îhlal dikin ku Rohilata navin dizayin bikin. Lê xeteriya vê riyê dibe ku ji bo kurdên baþûrê welêt bi "xêr" be. Mesajên ku ji aliyê berpirsiyarên Amerikayê ve di derheqa krîza Iraqê de heta nuha hatine dayin xweþbîniyek destnîþan didin ku kurdên baþûr di Iraqa piþtî Saddamî de bibin xwediyê statuyeka resmî ya huqûqî û di armancên xwe de bi ser kevin! Lê li Rohilata navîn zemîna siyasetê þemetok e û bi deqûdolaban dagirtîye. Kurd îro li ser axa xwe hêzaka xurt in, divê ew di vî þerî de nek(b)in "kurdan"(darikê diranan) . Divê kurd di belgeyên niviskî ku pêþeroja wan misoger bikin de, bi israr bin.

Þer li derveyî YN û li derveyî îradeya kurdan dest pê kir, kurd bi hiqûqî ne teref in ku di platformên navneteweyî de bibin muhetab, lê ew di þerî de teref in û hêza herî xurt in ku di duweroja Iraqê de rola xwe bilîzin. Hêzên baþûr heta niha siyaseteka bi biryardar û bi îstîkrar meþandin û siyaseta wan bi dilê gellek kurdan e; divê em kurdên din piþtgir û duadarê wan bin. Wek endamê politburoya PDK û cîgirserokê hukûmeta herêma Kurdistanê Samî Abdurrehman dibêje; " Ew di jiyana xwe de du car bûye dîdarê xiyaneta Amerîkayê", ku ev car nebe cara sêyem dê xeyalên me bibin rastî û em jî bibin endamêka malbata cihanê!

20.03.2003

PADEK
Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê