|
Partiya Azadî û Demokrasi ya Kurdistanê
Divê kurd Newroza xwe bi terefbûna xwe pîroz
bikin!
Gelê
kurd Newroza xwe ya îsal di parçeyeka welêtê xwe de, di bin misogeriya
hiqûqî ya maf û azadiyan de pîroz dike! Kurdên parçayên din jê vê rewşa
başûrê welat xweşhal in û bi şênazî pêşewaziyê ji
bo wê diyar kirin. Bi vê munasebetê li Kurdistana Iranê li gellek bajaran
gelê kurd bi girseyî daketin kuçe û kolanan û ji bo wê jî bûn hedefa
êrîþên rejîma melleyan. Li binxetê kurdên cefekar û fedekar nehiþtîn
ku Baasiyên şoven yên avrûyên Seddam serokê Baþûr û destkeftiyên
wan pîçûk bixînin singe xwe li hember êrîşên wan vekirin û bi
mêranî berxwe dan. Li Qamişlo û li gelek bajar û bajorêkên din
serî hildan û bi dehan şehîd û bi sedan jî bîrandar bûn.
Ew careka din dengê xwe bilind kirin û êdî naxwazin di bin esareta
rejima Baasê de bênifûs û bêazadî û bêdemokrasî bijîn.
Em terora ku li dijî gelê me tê bi kar anîn rûreş û riswa
dikin û terora ku li Ispanyayê li hember kesên sivîl jî hat kirin
şermezar dikin Êdî
wext hatiye divê NY li gorî prensibên xwe tedaxulê dewletên ku kurd
xistine bin nîrê xwe bike û pirsa kurdî re çareyek bibîne. Nimûneya
Iraqê û Kurdistana Iraqê ji bo parçayên din jî dikare wek modela
çareseriyê bête dîtîn! Herçiqas
qanûnabingehîn ya muweqat bersiva hemû daxwazên başûrê
welêt ku pêvajoyaka ew gihaştine wê nede jî, bi yasayî û hiqûqî
garantîkirina maf û azadiyên kurdan li başûrê welêt li me hemûyan
pîroz be! Komara Tirkiyeyê di vê pêvajoya berandametiya xwe ya YE de divê ji vê nimûneya Iraqê siûd werbigire û gavên konkret bavêje. Divê ew nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne, di qanûnaesasî ya xwe de weke mafên kollektîf bi cîh û garantî bike. Heta maf û azadiyên kurdan û daxwazên wan yên neteweyî û demokratîk li Tirkiyeyê bi huqûqî neyê misogerkirin em ne terefen ku YE tarîxa muzakereyê bide Tirkiyeyê. Divê Ewrûpî guhên xwe bidin daxwaz û banga kurdan û wan jî di vê pêvajoyê de wek teref bibînin. Li
bakurê welêt di bin atmosfera hilbijartina herêmî de Newroz tê
pîrozkirin. Di 28ê Adarê de li bakurê welêt û li Tirkiyeyê hilbijartina
herêmî çêdibin. Lê mixabin kurd ji nasnemeya xwe ya neteweyî
bêpar dikevin hilbijartinê. Hin Komara Tirkiyeyê qaþo di berendambûna YE
de jî di qanûna xwe ya partiyên siyasî de guherandineka berbiçav
çênekiriye ku mafê kurdan hebe ew bi nav û nasnemaya xwe bikevin
hilbijartinê. îro partiya ku kurdan
aleqedar dike DEHAP e, ew jî bi partiyên çep, sosyalîst û sosyaldemokrat
yên Tirkiyeyê re ketiye tifaqê û bi navê SHPê û di bin namzetên SHPê
de dikeve hilbijartinê. Bi ya me ev siyaseteka şaş e û
menfeata kurdan di vir de tuneye. Herçiqas DEHAP siyaseteka ku dixwaze xwe ji
partiyeka etnikî paqij bike û bibe partiyeka Tirkyeyî dajo jî, di nav
partiyên ku tîfaqê çêkiriye de partiyeka bi hêz e û li gellek bajarên
Kurdistanê partiya yekem e û îro di 38 belediyan de karîn e. Kurd ancax bi
nasnameya xwe ku nasnameya wan bi hiqûqî nahê naskirin jî bi rewşa
xwe ya fillî dikarin li Kurdistanê bibin iktîdar!
Divê
kurdên li derveyî DEHAPê xwediyê alternativek ber bi çav bin. Gellek
girîng e ku kurd mahkûmê
DEHAPê nebin. Her kurd e ku bi siyasetê mijul dibe, divê li ser ve
alternativê serê xwe bêşîne, ku wusa nebe em bixwazin an nexwazin
gele me dê dengê xwe bide DEHAPê û ew siyaseta ku dixwaze dê bimeşine! Divê siyaseta hêzên
kurdan ew be ku kurd di her warî de bibin teref û ew bi destê xwe welatê
xwe îdare bikin. Divê em bîrve nekin ku yek ji sedemên hemû serhildanên
kurdan ji bo vê yekê bûye ku; ”divê memûrên Kurdistanê kurd bin û
Kurdistan ji aliyê kurdan ve bê îdarekirin.” Di vê çereçweyê de divê
memûr, zabit û amîr, karkir û karmendên kurd yên ku di dewletê de bi
kadro nin û li metropolê xizmet dikin ew muracat bikin ku tayîna xwe derxin
Kurdistanê û li wê xizmetê bikin. Divê li Kurdistanê birêvebirên
îdarî û mulkî kurd bin û bên hilbijartin. Di vê çerçeweyê de divê
di hilbijartinê de li herêma Kurdan deng bên bi kar anîn. Ku namzetên
wiha tunebin herî bi mantiq ew e ku divê kurd neçin ser sandiqan, yan jî
pusûlaya sipî bi kar bînin. Heta kurd nebin teref û bi terefbûna xwe, xwe îspat nekin ne kes wan cîddî digire û ne jî ew xelas dibin. Bi vê mantiq û felsefê divê kurd xwedî li nirxên xwe yên neteweyî û demokratîk derkevin. 19.03.2004
|