Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê
demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêseroja me û nehistina
destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên
ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin.
Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha
bas ketiye destên kurdan.
Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li basûrê welatê me tên
avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan de bêtir bi cîh dibe,
pêseroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin û pêsdebirina dozeke
rewa îmkanên bêhempa pêskês dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya ku raya dinyayê ya
gistî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî
telafûz bike- yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi sik mêze
dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku ew ê li dijî her mafekî
kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd
bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me
kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk
tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi
dewletên herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.
Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên basûrê
Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye.
Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîskar di van demên dawîyê de basûrê welatê me bêtir
tehdîd dike. Lê dewleta basûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û
mêrxastir li dijî êrîs û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta
birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de
dibe sedema xwesbînîyeke mezin.
Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind
dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya
li Parlamentoya Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîsên Tirkîyeyê yên vê
dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîsa
Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike.
Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên
xwe kirine yek û di sexsîyeta PDK-Iraqê de êrîsî kurdên Basûr û dewleta wan
dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîsan dide û di vî warî de
gefan li Dewleta Federal dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li
dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser basûrê Kurdistanê bi
tundî rûres bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.
Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û
ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan.
Em bangî raya gelê Kurdistanê ya gistî dikin ku li dijî êrîsên Tirkîyeya
dagîrker bi tundî rawestin.
26-8-2002
Platforma Kurdên Ewrûpayê- PLATFORM
(Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên
Ewrûpayê-Însiyatîf, Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)