Rapora
Platforma Kurdên li Ewrûpayê (PKE– Platform)
Li
ser berendamtîya Komara Tirkîyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpayê
·Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi
vê nasnameyê ve girêdayî ne di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên
kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.
Divê
nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di
qanûna esasî ya KTyê de bê bicîhkirin û garantîkirin. Divê hemû
maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûna esasî ya KTyê de
hene werin derxistin û qanûna esasî ya nuh bê amadekirin.
Pêşgotin
Kurdistan
di rojhilata navîn de weke welatekî ku, bi erdê xwe zêdeyî 500.000 km2
e û li dor 35 - 40 milyon nufûsa xwe, di nav sê dewletên dagirker weke
Tirkîye, Îran û Surîye de hatîye dabeşkirin. Bêgûman Başûrê
Kurdistanê ji dagirkeriya Iraqê rizgar bûye û gelê kurd wê beşê azad
ji xwe re kiriye nimûne û lê xwedî derdikeve. Herweha ji hemû cihanê re
da dîyarkirin ku ew dikarin îdareya welatê xwe bikin.
Miletê
Kurd bi tevayî îro di dinyayê de yek ji wan miletên bi nufûsa xwe ya
herî mezin e ku ne xwedî dewletek e. Herweha ne xwedî mafên xwe yên
neteweyî û demokratîk e jî.
Divê
hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser vê pirsa girîng bifikire û
ji bo çareserkirina vê neheqîyê, piştgiriya gelê kurd bike da ew jî
weke hemû milletan bigihêje mafên xwe yên rewa yên Neteweyî û
Demokratîk.
Miletê
Kurd, yek ji neteweyên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke
hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi
azadî tayîn bike, li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê
xwe bi destê xwe birêve bibe.
Bûyer
û guherînên ku ji 1989ê û vir de (taybetî jî, di van deh salên
dawiyê) ku li dinyayê û li welatê me pêk tên, çi bi erînî û çi bi
neyînî tesîra xwe li hemû dewlet û dezgehên nav-neteweyî dike.
Herçuqas
di armanc û daxwazên sereke yê milletê Kurd yên neteweyî û demokratîk
de, tu guherînên bingehîn çênebûbin jî (ji bilî Başûrê
Kurdistanê), bi guherînên "pêvajoya Îmralî"yê Komara
Tirkiye(KT) bi plan û projeyên li dijî berjewendiya gelê Kurd yên weke
”Komara Demokratîk” û ”Hevwelatiya Destûrî” û bi siyaseta xwe ya
kedîkirinê dixwaze gelê kurd ji desthilanînê bixe û teslîm bigre.
Lê,
KT nikare bi vê siyaseta qirêj milletê kurd bixapîne. Ji ber ku milletê
kurd tu caran vê siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekirîye û
îro jî nake.
Ne
dewletên rojava û ne jî dewletên din yên di siyaseta cîhanê de
desthilatdarin, heta nuha ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu
gavên ciddî neavêtine. Di pirsa çareserkirinê de gelê kurd heta îro jî
wek xwedîyê pirsê, wek muhattab an wek terefê sêyem nehatine qebûl
kirin.
Bêgûman
di navbêna dewletên YE ê de pirsa kurd bi sewîyeyeke pirr nizim tê munaqeşe
kirin, lêbelê di van munaqeşeyan de dîtin û pêşniyarên xwedîyê dozê
an xwedîyê pirsê nayê wergirtin.
Kêmasîyeke
pirr mezine ku heta nuha tu dewletên YE ê, milletê kurd bi awayeke fermî
ne wek teref û ne jî wek xwedîyê pirsê qebûlkirine.
Şaşîtiyek
pirr mezine ku YE, pirsa Kurd û Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê) bi
Komara Tirkîyeyê (KT) wek “pirsa mirovî, çandî û ziman” çareser
bike.
Em
careka din dîyar dikin ku gelê kurd ne kêmnetewe ye û bi dîroka xwe, bi
ziman û çanda xwe neteweyeke bi serê xwe ye. Loma jî divê di pirsa
çareserîyê de gelê kurd jî cihê xwe bigre. Heger ewa ne be, dê Pirsa
Kurd û Kurdistanê wek pirsgrêkeke girîng di rojeva YE ê de bimîne.
Herweha ewê careka din Tarîx Dubare bibe. Wek nimûne : Sala
1639 û sala 1923.
Çareserî
ne tenê li gor berjewendiya dewletên YE û li gor berjewendîya Komara
Tirkiyê ye. Em hêvî dikin ku YE li prensîp û hêjayîyên xwe xwedî
derkeve û nehêle ku KT wan prensîp û hêjayîyan binpê bike.
Komara
Tirkiye(KT) ji destpêkê heta îro hebûna kurdan wek milet înkar kiriye û
gava ku gelê kurd doza mafê xwe yên neteweyî û demokratîk kirîye,
bersiva KT her zilm û zordarî û jenosîd bûye.
Komara
Tirkiyeyê ji bo sed hezar tirkên Qibrisê federasyonê kêm dibîne û doza
konfederasyonê û hetta dewleteke serbixwe dike; lê ji bo zêdeyî bîst
milyon kurdên Bakurê Kurdistanê tu mafan nas nake. Siyaseta Komara
Tirkiyeyê do jî û îro jî li dijî kurdan înkarkirin, asîmîlasyon û
jenosîd e.
Em
Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE – PLATFORM,li pirsa Kurd
û Kurdistanê weke pirseke siyasî ya miletekî û weke welatekî bindest û
dabeşkirî dinêrin. Em rêya çareserîyê di qebûlkirina mafên
milletê kurd yên Neteweyî û Demokratîk de dibînin. Loma jî
çareserîyên wek “Komara Demokratîk” û “Hevwelatîya Qanûna
Bingehîn” ne çareserîne û dîtinên wusa, beşek ji wê siyaseta qirêj
ya KT ye.
Pirsa
NASNAMEYA KURD :
Li
KT yê kurd bi nasnameya xwe nayê naskirin û hebûna kurdan wek Netewe an
Gel bi awayeke fermî heta îro jî nehatîye binavkirin.
-
Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê
nasnameyê ve girêdayî ne di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên
kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.
-
Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di
qanûna esasî ya KTyê de bê bicîhkirin û garantîkirin. Divê hemû
maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûna esasî ya KTyê de hene
werin derxistin û qanûna esasî ya nuh bê amadekirin.
-
Komara Tikîye, bi zanebûn navên gund û bajar û hemû deverên cografîk
yên ku bi kurdî bûn guherandîye û kirîye bi tirkî.
Divê evan guherandinan careka din ji nuh ve, di bin çavdêrîya YE
ê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl yên kurdî ve serast bibin.
Statuya
ZIMANÊ KURDÎ û mafê PERWERDEKIRINÊ :
Divê
zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bibe xwedî statuyeke resmî. Loma jî,
ji bo KTyê pêwistîya bernameyek taybetî ji bo pêşveçûn û parastina
zimanê kurdî heye.
Bi
alîkarîya aborî ya YE ê û di bin çavdêrîya Rêxistinên Civakî yên
Sivîl (NGO=Rêxistinên nehukumetî) û yên kurdan zimanê kurdî wek
zimanekî perwerdeyê were bikaranîn. Mamosteyên zimanê kurdî werin
perwerdekirin. Di vê hazirîyê de divê bikaranîna bîrûbawerîyên
îdeolojîk û nîjadperest neyên bikaranîn û di warê naverokê de
mudaxuleya dewletê ne be. Heta ku endametîya resmî ya KTyê ji alîyê YE
ê ve bê qebûlkirin, divê her hemwelatî bi zimanê xwe yê zikmakî di
hemû sewiyeyan de, ji sinifa yekê û heta dawîya xwendina bilind bibe
xwedîyê mafên xwendin û perwerdeyê.
-
Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê
kurdî were damezrandin û Komara Tirkîye jî, ji bo bicîhanîna van
erkan berpirsîyar (mukellef) be.
MAFÊN
XWEÎFADEKIRIN Û XWE BIRÊXISTINKIRINÊ :
Ji
destpêka damezrandina KTyê heta îro, mafên azadîya fikirînê, xwe
îfadekirinê û xwe birêxistinkirinê, bi qanûnan hatiye qedexekirin. Bi
hezaran kes ji ber wan qanûnan ceza xwarin e û hatine îşkencekirin û
hepskirin. Ev rewş di gel hin guherandinên biçûk, hê jî dom dike.
-
Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên sîvîl,
demokratîk û sîyasî bi nasnameya kurdî divê wek mafên bingehîn di
qanûna esasîya KTyê de bên bicîhkirin û garantîkirin. Herweha, divê
qedexeyên ku heta îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya sîyasî ya
bi zimanê kurdî hene, werin rakirin.
PEYMANÊN
NAVNETEWEYÎ Û KONVENSÎYONÊN KU KT ÎMZE KİRİYE
:
Sîstema
dadwerîyê û huqûqê divê ji binî ve li gor normên YE ê were
guherandin. Divê di pêvajoya dadwerîyê de zimanê kurdî û tirkî bi
alîkarîya tercumanan were bikaranîn.
-
Divê KT hemû şerh û şertên xwe yên ku ji bona pêşîlêgirtina maf û
azadîyên gelê kurd ku ne li gor pîvanên peyman û konvensîyonên
navneteweyî ne rabike û pêwistîyên pîvanên wan peymanan û
konvensîyonan bi tevahî bicîh bîne.
Pirsa
WEŞAN Û
ÇAPEMENÎYÊ :
Li
KT ê, pêwiste her du ziman (kurdî û tirkî) bi awayekî sîstematîk û
fermî werin bikaranîn. Ji bo çapkirin û weşandina pirtûkên zarok û
mezinan yên bi zimanê kurdî û ji bo rojnameyên kurdî, divê alîkarî û
teşwîqên aborî werine kirin.
-
Divê hemû weşanên çapemenî û ragîhandinê yên weke weşanên
TRTyê, ji bernameyên zarokan bigre heta bernameyên li ser ziman, kultur,
dîrok, nûçe û magazînan çawa bi zimanê tirkî amade dibin, herweha bi
zimanê kurdî jî amade bibin.
Rewşa
penaberan û mafê vegerê Tazmînata aborî
:
Kesên
ku dixwazin vegerin warê bav û kalên xwe, divê ku ji alîyê YE ê, NGO
yên kurdî û dezgehên KTyê ve bên tesbît kirin û ji alîyê aborî ve
werin destek kirin.
Hemû
gund û deverên ku hatine wêrankirin, berîya ku xelq vegerin cîhên xwe;
divê di bin kontrola YE ê de bên avakirin. Kes yan malbatên ku ji mal û
warên xwe hatine nefîkirin divê bi awayeke fermî werin tesbîtkirin û bi
awayeke fermî jî zerara wan li wan were vegerandin.
-
Komara Tirkiyeyê di bin kontrola YE ê û NGO yên kurdî ji bicîhanîna van
erkan berpirsiyar e.
Cudahîya
(ferqa) di navbera herêmên tirk û kurd de :
KT
ê ji despêkê û heta nuha ji bo pêşveçûna herêmên kurdî weke “herêmên
rojavayê Tirkiyeyê” ji bo avakirin û pêşdexistina herêmên Kurdistanê
bi zanebûn tu xebat û projeyên berbiçav pêk neanîye. Di navbera her du
herêman de cudahîyek pirr mezin heye.
-
Divê YE ê û KT ê, ji bo bipêşdexistina herêmên Kurdistanê bernameyeke
taybetî amade bike û di zûtirîn wext de vê BERNAMEYÊ derxîne pêş û
têxe jiyanê.
Bernameyeke
taybetî ji bo mafên zarokan û jinan :
Li
KT ê û Kurdistanê zarok û jinên kurd, du(2) beşên civatê ne ku di bin
sîstema asîmîlasyonê de herî zêde zerar dîtinin û hîna jî dibînin.
Zarokên kurd, ji ber asîmîlasyon û bêxwedîtîyê her demê di bin rewşeke
xirab de bûne. Gelek zarok û jin ji ber neçarî û bêalîkarîya dezgehên
fermî yên dewletê, bûne qurbana sîstemê û xwe di bazara laşêxwefirotinê
de dîtin e. Herweha gelek zarok ketine nav sîstema krîmînalîteyê. Bi
hezaran jinên kurd di bin zordestîyeke mezin de ne û hinek ji wan bi rêya
xwe kuştinê, dawî li jiyana xwe anîn e.
-
Pêwîstîya zarok û jinên kurd ji alîkariya bi bernameyeke taybetî heye.
Ev kar û xebat divê di bin kontrola YE ê, bi beşdarîya NGO yên kurdî û
rêxistinên taybetî yên zarok û jinan ve werin meşandinê.
PIRSA
ABORÎ :
-
Divê ji alîkarîya aborî ya ku ji terefê YE ê ve ji bo hazirîya
berendametîya KTyê hatiye qebûl kirin, beşek ji vê alîkariyê li gor
hejmara kurdan, ji bo bipêşxistina heremên Kurdistanê, zimanê
kurdî,xwendin û perwerdeya bi kurdî û ji bo bi serbestî vegera penaberan
were serf kirin. Ev alîkarî divê di bin çavdêrîya NGO yên kurdî
û yên Ewrûpayî de were serf kirin.
Rêya
mekanizmayên ku Kurd beşdarîya muzakereyan bibin
Di
gel ku hejmara kurdan li KTyê ji siseya yek ya nifûsa giştî be jî, gelê
kurd di pêvajoya muzakereyên YE ê û KTyê de, ne xwedî gotin û statuyeke
fermîne.
Di
muzakereyên ku heta îro pêk hatine, gelê kurd weke teref beşdar nebûnin.
Delegasyonên KTyê, xwe wek temsîlkarê tirkan û kurdan nîşan daye û
didin.
Di
pêvajoya pêywendî û muzakereyên ku bi KTyê re tên meşandinê de
ku kurd jî bikaribin beşdarî muzakereyan bibin, pêwîst e YE rêya
mekanizmayên beşdarîyê ji bo kurdan veke.
-
Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan neyêkirin, heta tarîx
dayîna muzakereyên bi KTyê re, divê di bin berpirsîyarîya YE ê de
dezgeheke çavdêrîyê pêk were.
Pirsa
Kurdên li Ewrûpayê
:
Nêzîkî
mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro
jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine
Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û
ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bi tevahî û bi hemû pirs û pirsgirêkên xwe
ve, êdî bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê.
Di
pirsa entegrasîyonê de ji bo kurdan ya herî girîng ewe ku, kurd bi
nasnameya xwe ya kurdî bên qebûlkirin û naskirin. Ji ber ku kurd ne azad
û xwedî dewletek serbixwenin, loma jî ji bo çareserkirina vê pirs û rewşê,
divê kurd xwedî înîsîyatîfeke taybetî bin.
Jiyana
rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend e. Bi sedan rêxistinên
sivîl û demokratîk bi awayekî gelek aktîf ji bo piştgirîya welatê xwe
û ji bo pêvajoya entegrebûna bi civata ku tê de dijîn roleke girîng
dilîzin.
-
Divê li hemû welatên YE ê de, ji kurdan re mafên kulturî û
kêmneteweyî bête naskirin. Herweha civata kurd, weke civateke ku ne xwedî
dewletek serbixweye bête nirxandin û qebûlkirin.
Îroj,
hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi
tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di
hundirê sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek kurd
dijîn.
Di
pêvajoya çareserîyeke adil û rewa ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê de,
van daxwazên li jêrîn, divê berîya destpêkirina muzakereyên
endametîyê ya di navbera KTyê û YE ê de pêk werin. Herweha divê
YE jî bibe çavdêr û garantorê vê yekê.!!!
1-
Divê Konseya
Ewlekariya Neteweyî û hemû dezgehên di ser qanûna esasî û yasayên
bingehîn re ne, bên belavkirin.
2-
Dive Serokatîya
Karên Dîyanetê bê belavkirin û ji hemû ol û mezheban re azadîya
bawerîya dînî bi wekhevî bê dayîn û dewlet teva karên bawerîya dînî
nebe.
3-
Divê KT dev ji sîstema xwe ya kevnare, merkezî û otorîter berd e û
sîstemeke desenteralîze hilbijêre. Divê ji bilî kar û barên bergirîya
welêt û ji bilî karûbarên derve, hemû karûbarê din dewrî Îdareya
Herêmî ya Kurdistanê û Parlementoyeke Herêmî ya Kurdistanê bibe.
4-
Divê rê li ber legalîzekirina tevgera sîyasî ya kurdî bê vekirin û
partîyên kurdî bi nav û nasname û programên xwe ve karibin bên
damezrandin.
5-
Divê partîyên sîyasî neyên qedexekirin û girtin. Herweha, divê ji bo
temsîleke adil û rewa baraja ketina parlementoyê li gor pîvanên dewletên
YE ê bê seraskirin ango ji %10 bê %4an.
6- Di pêvajoya
berendametiya KTyê de, divê YE daxwaz û armancên kurdan jî bide ber
çavên xwe.
Bi
pirr kurtî jî be armanc û prensîbên Platforma Kurdên Ewrûpayê PKE –
PLATFORMê evana ne :
- Miletê Kurd, yek
ji neteweyên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû
neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî
tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi
destê xwe birêve bibin.
-
Dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst, ji destpêkê heta îro hebûna
kurdan weke milet înkar kiriye. Îro jî vê siyaseta xwe ya înkarkirinê ya
nîjadperest û kolonyalîst didomîne.
-
Divê Komara Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê
veke. Çareserî jî, di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û
Demokratîk de ye.
- Zimanê kurdî wek zimanê tirkî divê bibe xwedî statuyeke resmî.
KTyê divê ji bo pêşveçûn û parastina zimanê kurdî bernameyeke
taybetî bide pêşîya xwe.Divê zimanê kurdî bibe zimanê xwendin û
perwerdekirinê û yê ragîhandinê û di her sewîya dibistan û
xwendegehanên dewletê de yên resmî.
- Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa
kurd û Kurdistanê rawestin û piştgirîya hêzên kurdan bikin da ku
çareserîyeke rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin,
derkeve holê. Pirs, bi tenê bi "însafa" dewletên dagirkerên
Kurdistanê ve neyê hiştin.
- Miletê Kurd tu caran nîrê bindestiyê û siyaseta teslîmbûn û
kedîkirinê qebûl nekiriye û îro jî qebûl nake. Heta miletê Kurd,
mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexîne, wê têkoşîn û
xebata xwe bidomîne. Ji ber vê yekê, divê Komara Tirkiyeyê dev ji vê
xewna pûç berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber çareserkirina pirsa
kurd û Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina mafên miletê kurd
ên neteweyî û demokratîk e.
Em
weke Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE- Platform, bangî rêxistina Neteweyên
Yekbûyî (NY), YE, Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê
(REHE) û bangî hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku pirsa kurd û
Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin û herweha ji bo çareseriya vê
pirsê bixebitin.
Em
dixwazin dengê xwe bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê ku rê nede Komara
Tirkiyeyê da ku normên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta ku
Komara Tirkiyeyê bi rêyên aştiyê ji bo çareseriya pirsa kurdî gavan
neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya xwe ya siyasî, leşkerî û
aborî de bi hesasiyet be.
Tu
miletî weke kurdan êş û kûl û azar ji destê zulm û terorê nekişandiye.
Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li
Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq û
Sûriye) û ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk
nayê.
Platforma
Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê bawerîyê deye ku, muzakereyên di
pêvajoya berendametiya KTyê û danûstendinên wê yên bi YE ê re, li ser
rewş û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin, girîng û pirralî
ye. Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad weke
xwedîyê dozê û teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin.
Dive
kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv û
desthilat bin.
21.08.2004
Platforma
Kurdên Li Ewrûpa
PKE
- PLATFORM
Platforma
Kurdên li Ewrûpayê (PKE
– PLATFORM), ji nûnerên sê beşên civata kurd;
1.
Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur - PNK-Bakur,
2.
Însîyatîfên Kurdên li Ewrupayê – IKE - ÎNSÎYATÎF,
3.
Koordinasyona Demokratîk a Kurdên li Ewrupayê - DEM-KURD
ve
di 20-21.07.2002 de li Swêdê li bajarê Stockholmê hate damezrandin.
PNK
– Bakur :Partiya
Azadî û Demokrasî ya
Kurdistanê - PADEK, Partîya Îslami ya Kurdistanê - PIK, Partiya Sosyalist
ya Kurdistanê - PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê -
RSDK, Partiya Rizgarîya Kurdistan - PRK-Rizgarî
ÎKE
- ÎNSÎYATÎF : İnsîyatîfa
Kurdên Almanya-IKA, İnsîyatîfa Kurdên Danimarka-IKD, İnsîyatîfa
Kurdên Fransa-IKF, İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê-IKS, İnsîyatîfa Gelê
Kurdistanê li Swisre-IGKS.
DEM
– KURD : Civata
Kurd (Giessen) , Civata Kurd li Elmanya (Koln), Dengê Kurdan li Duisburgê ,
Hevkar-Elmanya, IVK (Mainz) Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li
Kurdistan (Elmanya), Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya) FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li
Stockholmê, Komela Kurdistan li Belçîka, Komela Çanda Karkerên
Kurdistan-KOÇ-KAK, Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya, Komela Karkeren
Kurdistan- Danîmarqa, Komela Karkeren Kurdistan Swîsra, Komela Karkeren
Kurdistan-Frensa, Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin), XOYBÛN-Berlin,
XOYBÛN-Danîmerqa, Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, ) Mala Kurd li
Biremen, Mala Kurd li Lubek, Mala Kurd li Parîs